09:38 24 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya 7 Tirkiyeyê jî 5 binpêkirnên agirbestê tespit kirin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1320

    Wezareta Parastin a Rûsyayê derbarê binpêkirinên agirbestê ya li Sûriyeyê de daxuyanî da.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê eşkere kir ku di 24 saetên dawî de Moskowa 7, Tirkiyeyê jî 5 binpêkirinên agirbestê tespit kirine.

    Li gorî daxuyaniya li ser sîteya wezaretê beşa rûsî ya Komîsyona Hevpar yê Tirkiye û Rûsyayê di 24 saetên dawî de li herêma Lazkiyeyê 7 binpêkirinên agirbestê tespit kirine.

    Beşa tirk ya komîsyonê jî li Helebê 2, Îdlîbê 2 û li Hûmsê jî carek binpêkirinên agirbestê tespit kirine. Lê di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku îxlalên ku Tirkiye tespit kirine nehatiye piştrastkirin.

    ‘6 HERÊMÊN DIN JÎ BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN'

    Navenda şopandina agirbestê da zanîn ku 3 herêm li Hamayê, 3 jî li Şamê beşdarî peymana agirbestê bûne, bivê yekê hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 212an

    Bi heman mijarî:

    Muslim: Mijara sereke ya Astanayê agirbest e
    Rûsya: Di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 13 car agirbest hat binpêkirin
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê: Di 24 saetên dawî de agirbest 28 caran hat binpêkirin
    Rûsya: Di 24 seetan de 34 caran agirbest hat binpêkirin
    Rûsya:Li Suriyeyê agirbest 13 caran hat xerakirin
    Li seranserê Sûriyê agirbest destpê kir
    Etîketan:
    îxlal, binpêkirin, agirbest, daxuyanî, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de