08:49 23 Îlon 2017
Zindî
    turîst-tûrîst-rûs-

    Ji bo tûrîstên rûsî hişyariya serdana Tirkiyeyê hat dayîn

    © Foto: AA/ Mustafa Çiftçi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2610

    Cîgirê Wezîrên Karên Derve yê Rûsyayê Siromolotov hişyarî da tûrîstên ku plan dikin serdana Tirkiyeyê bikin û eşkere kir ku bila tehdîd a terorî ya li wî welatî ji ber çevan re derbas bikin.

    Cîgirê Wezîrên Karên Derve yê Rûsyayê Siromolotov ji Sputnikê re axivî û ragihand ku hedefên sereke yên êrişan, hêzên ewlekariya Tirkiyeyê ne.

    Siromolotov wiha pê de çû: "Ji aliyê din ve êrişên terorî li herêmên başûr û rojavayê Tirkiyeyê pêk hatin. DAIŞê piraniya êrişên xwe li bajarên tûrîst ku lê zedene wek Stenbol, Enqere û Îzmirê pêk tînin. Wezareta Karên Derve van yekan li ber çevan digirê û welatiyên rûsî ên ku bo tûrîstîk diçin Tirkiyeyê di mijara êrişên terorî de welatiyên xwe hişyar dikin."

    ‘JI BO RASTKIRINA HERIKÎNA TÛRÎSTAN DIVÊ TEHDÎD A TERORÎ BÊN KÊMKIRIN'

    Siromolotov, destnîşan kir ku divê welatiyên rûsî li herêmên tûrîstîk wek bajarên Stenbol û Enqereyê gelek baldar tevbigerin, "Em dixwazin balê bikşînin ser hewldanên zêdekirina tevdîrên Ewlehiyê ya di serî de mijara ragihandin hewayî û yên din a rayedarên Tirkiyeyê. Ji bo herikîna tûrîstên di nav bera her du welatan de divê tehdîd a terorî bên kêmkirin."

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Tûrizma Tirk: Hedefa me salê 10 milyon tûrîstên rûsî ye
    Hejmara tûrîstên Rûsî li gorî cotmeha borî ji sedî 2.8 kêm bû
    Qeymeqamê Bodrûmê bi kulîlkan pêşwaziya tûrîstên Rûs kir
    4500 tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe
    ‘Bi lêborînê, ne firingiyên Tirkiyeyê diçin Rûsyayê û ne jî tûrîstên rûs diçin Tirkiyeyê’
    Etîketan:
    terorî, êriş, serdan, tûrîst, hişyarî, Oleg Siromolotov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de