19:58 22 Îlon 2017
Zindî
    Kremlîn

    Kremlînê li ser pêşnûmaya senatorên Amerîkayê şîrove kir

    © Sputnik/ Vladîmîr Pesniya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1320

    Berdevkê Kremlînê dmitriy Peskov di derbarê pêşnûmeya ‘Yaseya Di Berçavan re Derbaskirin a Rûsyayê' de, ku senatorên Amerîkayî bi vê yaseyê plan dikin ku pêşiyê li Trump bigire ku bila nikaribe mûeyîdeyên li hemberî Rûsyayê rake û mafê vetokirinê bide Kongreyê, got mueyîde zirarê didin her du aliyan.

    CNNê di nûçeyeke xwe de diyar kiribû ku senatorên Amerîkayî ji bo Serok Donald Trump nikaribe mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê rake û mafê vetokirinê bide Kongreyê plan dikin ku pêşnûmaya ‘Yaseya Di Berçavan re Derbaskirin a Rûsyayê' pêşkêş bikin.

    Peskov di derbarê mijarê de daxuyanî da rojnamegeran û got, "Helwesta me ya li hemberî mueyîdeyan diyar e. Em difikirin ku ev polîtîka gelekî xerabkar e, zirarê dide her du aliyan jî. Tiştekî ku em li van gotinan zêde bikin jî tune ye."

    Pêşnûma ji bo di ber çavan re were derbaskirin 120 rojan demê jî dide û erka pesenkirin a dawiyê jî dide Kongreya Amerîkayê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka ji biryara bikaranîna bêsînor a çekên nukleerî vegere
    Amerîka operasyonê xwe yên hewayî ya li Iraqê û Sûriyeyê ‘ji bîr kir'
    Trump: Ma qey Pûtîn sûcdar e û Amerîka bê sûc e?
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bandorê li çareseriya kêşeyên gerdunî bikin
    Pisporê Rûsî: Amerîka nikare çekên nukleerî ji Încirlikê derxe
    Etîketan:
    pêşnûma, senatorên Amerîkayê, şîrove, Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de