09:43 24 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin

    © Sputnik/ Yevgeniy Odinokov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2630

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist û tê de got, "em hêvî dikin ku hevparên herêmî û navdewletî yên Rûsyayê alîkariyê bidin sûriyan daku bikarin amadekariyên Cenevreyê bi awayekî bi bandor temam bikin."

    axarovayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê beşdarî civîna wezîrên derve ya G20ê ya 16-17ê Sibatê ya bajarê Almanyayê Bonnê bibe.

    Herwiha Zaxarovayê piştrast kir ku Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Aleksey Meşkov dê 14ê Sibatê bi hevkarê xwe yê tirk Umit Yardim re bicive.

    Li gorî agahiyên Zaxarovayê dane, ew ê mijarên wê civînê dê wiha bin;  hevdem ên bipêşxistina têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û civîna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a ku tê plankirin meha Adarê pêk were.

    Derbarê mijara Sûriyeyê de wiha got: "Em piştgiriyê didin pêşniyara Nûnerên Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan De Mistura ku civînên navbera aliyê Sûriyeyê di 20ê Sibatê de li Cenevreyê werin lidarxistin."

    "HERÊMÊN TERORÎSTAN HEMA HEMA DIYAR BÛN"

    Zaxarovayê diyar kir ku hêvî dikin ku hevparên herêmî û navdewletî yên Rûsyayê alîkariyê bidin sûriyan daku bikarin amadekariyên Cenevreyê bi awayekî bi bandor temam bikin.

    Herwiha Berdevka Wezareta Rûsyayê diyar kir ku nûnerên Rûsya, Îran, Tirkiye, Urdun û NYyê yên di 6ê Sibatê de li Astanayê civiyabûn hema hema pêvajoya diyarkirina erdên di bin destê terorîstan de bi dawî kir.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Ûkrayna tenê bi provakasyonên leşkerî balê dikişîne ser xwe
    Zaxarova: "Dibe Lavrov û Tillerson vê mehê hevdîtinekê pêk bînin"
    Zaxarova: "Em hevkariya Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê erênî û demdirêj difikirin"
    Pûtîn xelata dewletê da Zaxarova
    Zaxarova: Muxalifên hundir û yên derve yên sûrî wê beşdarî civîna Lavrov bibin
    Zaxarova ji bo reşnivîsa destûra Sûriyê: Sûriyeyî wê biryara her tiştî bidin
    Zaxarova: Rojeva navnetewî dansa min diyar nake
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Etîketan:
    Aleksey Meşkov, Mariya Zaxarova, Umit Yardim, Sergey Lavrov, Vladîmîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de