22:16 24 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1411

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku hê amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin.

    Dmitriy Peskov ragihand ku hê amadehiyên hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump nehatine destpêkirin.

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî dîrok û formata hevdîtinê hat diyarkirin wê amadehiya xebatên hevdîtinê destpê bike. Ji bo ku derheqê hevdîtinê de agahiyek nû tuneye, ez jî nikarin tu agahiyê bidim we."

    ‘ÎDÎAYÊN DERBARÊ GIRAVÊN KURILÊ DE NE RAST IN'

    Berdevkê Kremlînê di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ‘li gorî çapemeniya Japonyayê Pûtîn Giravên Kurilê bi awayekî demkî dewrî Tokyoyê kirine' bersivan û got: "Em çavkaniya van agahiyan fêhm nakin, ev agahî ji rastiyê dûr e."

    Rûsya piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn kontrola Giravên Kurilê xistibû bin destê xwe û Japonyayê jî ji bo îmzekirina peymana aştî dayîna giravan wekî şert pêşkêş kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Bêhna me fireh e, em ê heta 2023an li bendê bin
    Peskov: Îdiayên Wezîrê Parastin a Brîtanyayê bêbingeh in
    Peskov piştrast kir ku wê Putin û Erdogan di adarê de bicivin
    Peskov: Bo Pûtîn û Trump di têkiliyên dualî de distura yekem rêz e
    Peskov: Dibe hevdîtina rûbirû ya Pûtîn û Trump berî civîna G20ê pêk were
    Etîketan:
    Mijara Giravên Kurilê, Serokê Amerîkayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Dmitriy Peskov, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Amerîka, Japonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de