15:59 20 Îlon 2017
Zindî
    Sîstema moşekên S-400

    Rûsya: Em plan nakin pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2221

    Balyozê Rûsya yê li Tehranê Levan Cagaryan got ew plan nakin ku pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê.

    Balyoz Cagaryan ji bo ajanseke Rûsî axivî û li ser pirsa Moskow wê pergala moşekên S-400î bifiroşe Îranê an na, ev tişt gotin: "Rûsyayê sala borî pergala moşekên S-300î sewqê Îranê kir û di vê mijarê de berpirsyariya xwe bê kêmasî anî cih. Lê nûçeyên ku her tim di derbarê sewqiyata pergala moşekên S-400î de derdikevin, ne rast in."

    ‘GER MOSKOW Û TEHRAN GUNCAW BIBÎNIN, BAREGEHA LI ÎRANÊ DIKARE WERE BIKARANÎN'

    Cagaryan ji bo pirsa ‘Moskow ji bo operasyona li dijî terorîstên li Sûriyeyê wê baregehar Îranê bi kar bîne an na?' jî wisa bersiv da:

    "Ger rêveberiya her du welatan di çarçoveya têkoşîna li dijî terorîstên li Sûriyeyê an jî li cihekî din de pêwistiyê bi binesaziya leşkerî ya Îranê bibînin, vê yekê guncav bibînin, wê demê ev gav wê werin avêtin."

    Bi heman mijarî:

    Asîmanê Moskowê wê bi moşekên S-400î werin parastin
    Moskova: "Emê moşekên Îskender û S-400î li Kalîningradê bi cih bikin"
    Komîsyona navbera hikûmeta tirk û rûsî ji nêz ve dê sewkiyata S-400î binirxîne
    Balyozê Îranê yê li Moskovayê: "Ji bo sewkiyata moşekên S-400î tu hevdîtin tunene"
    'Rûsya û Hîndîstan wê peymana S-400î îmze bikin'
    Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
    Etîketan:
    plankirin, Pergala Moşekên Parastinê ya S-400ê, Balyozê Rûsya yê li Tehranê, Levan Cagaryan, Sûriye, Moskow, Tehran, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de