04:20 24 Îlon 2017
Zindî
    Yunus-Bek Yevkurov

    Balyozê tirk bi Serokomarê Înguşetyayê re hevdîtin pêk anî

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2912

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz û Serokomarê Înguşetyayê Yunus-Bek Yevkurov li Moskowê hevdîtineke bi mijara ekonomîk û bazirganî pêk anîn.

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz bi serokê komareke Başûrê Kafkasya ya Rûsyayê bi Înguşetyayê Yunus-Bek Yevkurov re hevdîtinek pêk anî.

    Li gorî zanyariyên ajansa Spûtnîkê ku ji ofîsa serokomariyê wergirtine, hevdîtin li Moskowê pêk hat. Di hevdîtinê de ji bo mijara nasîna îmkan û derfetên geşepêdan a Komara Înguşetyayê mutebeqat çêbû. Aliyan ji bo zêdekirina hevkariya ekonomîk û bazirganî li hev kir.

    ‘DIBE DI MIJARA PÎŞESAZIYA ÇANDINÎ DE EM HEVKARIYÊ BIKIN'

    Serokomarê Komara Înguşetyayê Yevkurov derbarê pîşesaziya çandinî de agahî dan û got: "Dibe vê beşê de em hevkariyê bikin."

    Herwiha balyozê tirk jî mijarên navneteweyî nirxandin û ragihand ku ew ji têkiliyên navbera tirk û rûs kêfxweş in.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Moskovayê Dirioz: Em ê têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re pêş bixin
    Balyozê nû yê Moskovayê Dirioz: "Emê têkiliyan hildin asta herî jor"
    De Mistura sipasiya Îranê Tirkiye û Rûsyayê kir
    Zerîf: Îran, Tirkiye û Rûsyayê agirbesta Sûriyeyê pêk anî
    ‘Tirkiye û Îranê piştgirî dan pêşniyara Rûsyayê ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê'
    Etîketan:
    Serokomarê Komara Înguşetyayê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê, Yunus-Bek Yevkurov, Huseyin Dirioz, Komara Înguşetya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de