03:07 25 Mijdar 2017
Zindî
    Kongreay Amerîkayê

    Senatorên Amerîkî ji bo domandina toleyên ser Rûsyayê pêşniyar qanûneke nû pêşkeş kir

    © AP Photo/ J. Scott Applewhite
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2320

    Komek senatorên Amerîkî yên Lindsey Graham û Ben Cardin pêşengiya wan dikin, pêşniyar qanûneke ku Kongre rê nede rakirina toleyên ser Rûsyayê anîn rojevê.

    Komek senatorên ji Komarîparêz û Demokratan ji bo pêşiya hewildaneke Serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina toleyên ser Rûsyayê bigirin, pêşniyar qanûneke ku mafê vetokirinê dide pêşkeş kirin.

    Pêşniyar qanûna ku senatorê Komarîparêz Lindsey Graham û senatorê Demokrat Ben Cardin seroktiya wê dikin, tê xwestin Koşka Spî hincetên rakirina toleyan ji Kongreyê re ragihîne.

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev, li ser mijarê ji Spûtnîkê re ragihand, pêşniyar qanûn ji aliyê 5 senatorên dijminên Rûsyayê ve hatiye amadekirin û dê ev pêşniyar qanûn pêşiya asayîbûna têkiliyên her du welatan bigire.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Her çi kesên tiliya wan di kuştina Karlov de hebe, dê bên sizadan
    Endamên DAIŞê yên biyanî êdî naxwazin şer bikin
    Nivîskar Yaqob Tilermenî jî ji wezîfeyê hat avêtin
    Li Amazonê bermahiyên antîk ku dişibin ‘Stonehenge' hatin dîtin
    Trump: Xwendekarê lîseyê ji dadweran çêtir rastîya qanûnan fahm dike
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de