19:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Rûsya 4 Tirkiyeyê jî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirin

    © AFP 2017/ Stringer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1430

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê Moskowa 4, Tirkiyeyê jî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar ya Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Lazkiyeyê 3 û li Şamê jî carek bitevahî 5 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Şamê 5, li Îdlîbê 4 û li Hûmsê jî 2 car bi tevahî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirin. Beşa Rûsyayê destnîşan kir ku tespîtek Tirkiyeyê ya binpêkirinên agirbestê piştrast nekirine.

    3 BAJAROK BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN

    Navendê da zanîn ku li 3 herêmên din beşdarî agirbestê bûne û hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 206an.

    Hate eşkerekirin ku ji destpêka salê heta niha herêmên ku ji aliye Artêşa Sûriyeyê ve hatine azadkirin gihîşt 37an.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Heta kurd beşdarî çareseriya Sûriyeyê nebin, çareseriyeke berfireh ne pêkan e
    Platforma Olan li Bakurê Sûriyeyê, piştgirî da HSDê û banga jiyana hevpar kir
    Artêşa Sûriyeyê û komên dijberiyê yên çekdar li dijî DAIŞê yekem pêngava xwe avêt
    ‘Tirkiye û Îranê piştgirî dan pêşniyara Rûsyayê ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê'
    Etîketan:
    herêm, tespîtkirin, binpêkirin, agirbest, Wezareta Parastina Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de