22:21 17 Kanûn 2017
Zindî
    Jinên kurd - Rojava

    Rûsya: Heta kurd beşdarî çareseriya Sûriyeyê nebin, çareseriyeke berfireh ne pêkan e

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 70

    Rayedarê Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksandr Botsan-Harçenko bi çapemeniya Rûsyayê re axivî û diyar kir ku mijara siberoja Serokê Sûriyeyê Beşar Esad nabe asteng ji bipêşxisitna diyaloga navbera Tirkiye û Rûsyayê û wiha got: "Kurdên Sûriyeyê li bakurê welatî çalak in û li wê deverê faktorek in. bê beşdarbûna kurdan, çareserî ne pêkan e".

    Botsan-Harçenko diyar kir ku Tirkiye û Rûsya di meseleya Sûriyeyê de di gelek mijaran de wek hev nafikirin lê herdû welatan li ser yekîtiya axa Sûriyeyê li hev kiriye.

    "DI MESELEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ, PÊWENDIYEKE XURT HAT DAYÎN"

    Rayedarê rûs diyar kir ku di mijara têkoşîna li dijî terorê de pêwendiyeke xurt di navbera Tirkiye û Rûsyayê de heye û wiha dewam kir: Artêş û istixbarata herdû welatan di mijara têkoşîna li dijî terorê de pêwendiyeke berhewmdar, xurt û bibandor daniye. Pêvajoya asayîbûnê berdewam dike, em encamên hatine bidestxistin dibînin û ji wan kêfxweş in. Lê dîsa jî kêfxweşiya me nebûye 100%".

    "KURD LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ FAKTOREK IN"

    Herwiha Botsan-Harçenko diyar kir ku Bê beşdarbûna kurdan, kêşeya Sûriyeyê bi temamî nayê çareserkirin.

    Rayedarê rûs teqez kir ku helwesta Rûsyayê di vê mijarê de nehatiye guhertin û ew derbarê vê meseleyê de bi Enqereyê re axivîne û wiha pê de çû: "Kurdên Sûriyeyê li bakurê welatî çalak in û li wê deverê faktorek in. Wiha diyar e ku heta kurd beşdar nebin, ne pêkan e ku çareseriyeke berfireh li Sûriyeyê bê peydakirin û bê sepandin"

    Bi heman mijarî:

    YPG: Êrişên arteşa tirk li dijî xaka Rojava dijwartir dibin
    Jina brîtanî ya li nav HSDê: Rojava rih da min
    Asayîşa Rojava damezirandina Heşdî Şeibî û Feyleqa 5an nirxandin
    Aldar Xelîl: Em derbasbûna Pêşmergeyên Roj ji bo Rojava napejirînin
    Kurdên Rojava: Gelek xalên hevbeş ên reşnivîsa Sûriyê û daxwazên me hene
    Îsraîl li Şerieya Rojava 3 hezar xanî ava dike
    PDK-S: Dê Pêşmergeyên Roj li demeke nêzîk derbasî Rojava bibin
    Endamê PDK-Îyê: Li Rojava serkeftin bi yekîtiyê pêkan e
    Etîketan:
    qeyrana Sûriyeyê, kurd, Botsan-Harçenko, Tirkiye, Rûsya, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de