01:42 26 Gulan 2018
Santrala nûkleerî ya Îranê

Îran:"Em bi berpirsyariya xwe ya peymana nûkleerî ve girêdayî ne"

© Sputnik / Valeriy Melnikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 22

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku Tehran bi berpirsyariya xwe ya peymana nûkleerî ya sala 2015an ve girêdayî ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi li Moskowê bi hemkarê xwe yê rûsî re civînek li dar xist. Arakçi di axaftina xwe de got: "Berê diyaşoga me gelekî berhemdêr bû. Em hêvî dikin di pêşerojê de jî ev diyalog bi berhemdêrî dewam bike. Îran bi Plana Çalak a Hevpar a Berfireh (JCPOA) ve girêdayî ye."

Arakçi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em amade ne pirsgirêkên li pêş peymanê nîqaş bikin û di vê mijarê de danûstandinan pêk bînin."

RYABKOV: HÊVÎ DIKIN HEVDÎTIN DI MIJARA PEYMANA NÛKLEERÎ DE BERHEMDÊR BE

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî di axaftina xwe de got: "Em hevdîtina îro ji bo sepandina peymana nûkleerî wekî aramiya têkiliyên navneteweyî dibînin."

Peymana nûkleerî ya di navbera îran û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û ji Almanyayê P5+1 pêk dihat di 19ê Cotmeha 2015an de li paytextê Avusturyayê li Viyanê ji terefê aliyan ve hatibû îmzekirin.

Tehran rojên borî ceribandina moşekeke balîstîk kiribû û li ser vê rêvebiriya Washîngtonê daxwaza kiribû ku mûeyîde li ser îranê were sepandin.

Bi heman mijarî:

"Hindik ma ye ku Rûsya Tirkiye û Îran herêmên di bin kontrola El Nusrayê de ne kifş bikin"
Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
Hindik maye ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser mekanîzmaya sêalî li hev bikin
Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
Etîketan:
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Plana Çalak a Hevpar a Berfireh (JCPOA), Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Sergey Ryabkov, Abbas Arakçi, Îran, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de