07:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sûriye

    Artêşa Sûriyeyê û komên dijberiyê yên çekdar li dijî DAIŞê yekem pêngava xwe avêt

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3220

    Artêşa SûriyeYê û komên dijber ên çekdar li herêma çiyayê Qelemûnê ya li rijhilatê bakurê Şamê, milîtanên DAIŞê têkşkandin. Ev jî yekem operasyona hevbeş di navbera Artêşa Sûriyeyê û komên dijber de ye.

    Rayedarê Serekana Rûsyayê Sergey Rudskoy ragihand ku Artêşa Sûriyeyê û komên dijberên çekdar, êrîşeke DAIŞê li rojavayê Qelemûnê têkşnad. Rudskoy diyar kir ku 6 jîngehên li wê herêmê biryar da ku tev li pêvajoya aştiyê bibin. Ev jî tê wê wateyê ku ew jîngeh agirbestê bi artêşê re datînin.

    Ji aliyê din ve, endamê Konseya Ewlekariya Rûsyayê û zanistvanê siyasî Andrey Manoilo di hevpeyvîna xwe bi Russia Todayê,  hevkariya Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar wek "bipêşketineke guherîner e ji r3ebazên lîstikê re" bi nav kir. Manoilo got, wiha diyar e ku Artêşa Sûriyeyê û komên dijber ên çekdar hevkariya xwe li dijî DAIŞ û Fetih El Şama ku berê wek El Nusra dihat nasîn, zêde kiriye.

    Artêşa Sûriyeyê û komên dijber ên çekdar cara yekem di 23-24ê Rêbendana 2017an de beşdarî civînên Astanayê bûbûn ku bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê hatibûn lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
    ‘Hejmara komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûne gihîşt 1.162an
    Rûsya: 5 komên muxalîf ên çekdar jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Tirkiyeyê peyama "pêwîstiya xurtkirina agirbesta Sûriyeyê" da
    Zerîf: Îran, Tirkiye û Rûsyayê agirbesta Sûriyeyê pêk anî
    Rûsya: 14 herêmên din jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    "Mijara herî girîng yê hevdîtinên Astanayê divê agirbesta li Sûriyeyê be"
    Etîketan:
    EL nusra, DAIŞ, Andrey Manoilo, Sergey Rudskoy, Qelemûn, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de