14:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Rûsyayê 11 Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirin

    © AP Photo/ SANA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1420

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê Moskowa 11, Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar ya Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Lazkiyeyê 5, Hamayê 3 û li Şamê jî carek bitevahî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    ‘TENÊ TESPÎTEK TIRKIYEYÊ HAT PIŞTRASTKIRIN'

    Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Şamê 3, Helebê 4, Hamayê 4, Lazkiyeyê carek, Derayê carek bi tevahî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirin. Beşa Rûsyayê destnîşan kir ku tenê tespîtek Tirkiyeyê ya binpêkirinên agirbestê piştrast kiriye.

    5 BAJAROK BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN

    Navendê da zanîn ku li 3 herêmên Şamê, herêmek li Lazkiyeyê û herêmek jî li Hûmsê beşdarî agirbestê bûne û hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 203an.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
    ‘Hejmara komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûne gihîşt 1.162an
    Rûsya: 5 komên muxalîf ên çekdar jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Tirkiyeyê peyama "pêwîstiya xurtkirina agirbesta Sûriyeyê" da
    Zerîf: Îran, Tirkiye û Rûsyayê agirbesta Sûriyeyê pêk anî
    Rûsya: 14 herêmên din jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Etîketan:
    beşdar, herêm, agirbest, binpêkirin, Wezareta Parastina Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de