17:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Teknîka leşkerî ya bûndesverê li Herêma Kurdistanê ye: DAIŞ bi çekên almanî gulebaran dike

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Nunerê çalakiya ‘Axîn' Yurgen Gresslîn hinartina çekan ji bo Pêşmergeyên kurd ji alî bûndesverê, wek ‘hevkariya kuştinê' binavkir. Endamê Partiya Çepgir Tobiyas Pfluger ji ajansa Spûtnîk re ragihand ku bi vê hinartina çekan, hikumeta Almanya di heman demê de rêzek qanunan bin pê dike.

    Bûndesver ji sala 2014 alavên leşkerî yên kû ji xizmeta leşkeriya Alman hatine derxistin, ji bo hêzên Pêşmerge dişîne. Teknîka navborî gerek li hember DAIŞê bê şuxlandin. Lê li gor encamên lêkolîna şîrketa televîzyonî NDR û WDR, çekên kû ji fonda bûndesverê têne hinardekirin, li bazara çekan tê firotan û bi vî awayî ew dikevin nav destê çekdarên DAIŞê. Nunerê çalakiya Axîn Yurgen Gresslîn di hevpeyvîna xwe ya ji bo peymanerê Spûtnîk de tekez kir û got: "Pêwîste firotana çekan bidin rawestandin ev diyarde buye karekî rojane. Hikumeta Almaniya di rastiyê de nizane ka çekên kû ew hinarde dike kûda diçin. Lêkolînên min li ser bingeha materyalên gelek welatan û serdana min li wan herêmên kû di bin kirîzê dane, herêmên kû di nav şer dane di navbera 30 salan de hatine pêkanîn. Di encamê de hate diyarkirin kû çek têne veguhestin. Çek li wan cîhên kû têne şandin namînin."

    HETA NIHA 2400 TON ÇEK JI PÊŞMERGE HATIYE ŞANDIN

    Tevî wê, bûndesver heta niha 2400 ton çek ji hêzên Pêşmerge re şandiye û ji kUrdan re perwerda bikaranîna wan çekan daye. Gresslîn diyardike kû Almanya ambargoyên kû ji alî NY li ser hinartina çekan sepandiye bin pê dike.

    'HIKÛMET RÊZEK QANÊN ALMANÎ BINPÊ DIKE'

    Cigîrê serokê Partiya Çepgir Tobiyas Pfluger ser zêdekir û got: "Tiştê herî balkêş ew e kû hikumeta federal bi vê bûyerê ve ango bi mîsiyona xwe ya perwerdeyî û bi hinartina çekan ve rêzek qanunên Almanî jî binpê dike. Qanuna kontrolkirina çekan, qanuna birêvebirina pêwendiyên aborî yên derveyî walêt, her wiha dîrektîvên Komara Federatîv ya Almanya û ya YE li ser qedexekirina eksporta çekan ji bo herêmên şer."

    Pêşmerge - operasyon - Mûsil
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    'BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HERÊMA KURDISTINÊ'

    Lê belê, wezareta Almanya di şîroveyên xwe yên ji bo şêrketa televîzyonî WDR got kû berpirsiyartî dikeve ser hikumeta Herêma Kurdistanê. Ji ber kû wê berpirsiyartiya wergirtina çekan û bikaranîna teknîka leşkerî di cîhên pêwîst de li gor normên navnetewî hilgirte ser milên xwe. Pfluger dibêje: "Ev tiştekî pir absurde kû pêwîste ewan belgeyên piştrastkirina cîhê dawî ya wan çekan îmze bikin. Ev kaxeteke ji kesî re ne lazime, ji ber kû em dizanin kû çek li bazarên Iraq û Sûriyeyê têne firotan. Ji ber wê çendê, em dibêjin: opêrasiyona han gerek bê rawestandin. Ji ber kû ew konflîkta çekdarî tujtir dike û aşîtiyê li herêmê nade runiştandin."

    'HEKE BÊ ISPARKIRIN KU DAIŞ ÇEKÊN ALMANÎ BIKAR TÎNE'

    Yurgen Gresslîn dibêje kû çekên hinardekirî piştre hîn bi dehan salan têne bikaranîn û daxwez dike kû çalakiya komkirin û tunekirina çekan bê organîzekirin. Gresslîn di dewama axaftina xwe de got: "Heger bê îspat kirin kû DAIŞ çekên almanî û wekî din çekên welatên din jî bikartîne ev ê bibe sikandaleke mezin. Ev binpêkirina qanunane. Ev hevkariya kuştinê ye. Çek ber bi herêmên şer têne hinardekirin. Tê zanîn kû ev çekana di destê aliyên kû ji wan re têne şandin namînin û dikevin destê komên dirinde yên terorîstî, mînak yên wek DAIŞ ê. Pêwîste navê wan kesan bê gotin kî hinartina van çekan organîze dikin. Ev jî Civata Federal ya ewlekariyêye yan jî endamên hikumeta Federal e. Û ewil lazime navê Angela Merkel û cigîrê wê Zîgmar Gabrîel bê gotin yên kû serokatiya Civata Federal ya ewlekariyê dikin û bi vî awayî berpirsiyarên hinardekirina wan çekane."

    Yurgen Giresslîn xwedî nivîsandina rêzek pirtukane di nav de pirtuka lêkolînê ya bi navê ‘Pirtuka Reş a bazirganiya çekan: Çawa Almaniya bi saya şer pereyan qezenc dike' jî heye.

    Bi heman mijarî:

    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    Almanya bo xweparastina ji çekên kimyewî pêşmergeyan perwerde dike
    Almanya çekan ji Pêşmerge re şand
    Almanya dîsa pêşmerge re çekan bişîne
    Almanya: Em ê çekan bidin Pêşmerge û wan perwerde bikin
    Etîketan:
    çek, WDR, Komara Federatîv ya Almanya, Serokatiya Civata Federal a Almanyayê, NDR, YE, Pêşmerge, DAIŞ, Zigmar Gabriel, Yurgen Gresslîn, Tobiyas Pfluger, Angela Merkel, Herêma Kurdistanê, Sûriye, Almanya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de