23:52 20 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Afxanistanê re bi pêş de bibin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1501

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku diyaloga bi Afxanistanê re berdewam dikin û hevkariya di qada navdewletî de, wek hevkariya nêzîk a saziyên navdewletî yên wek NYyê, wan gelekî kêfxweş dikin.

    Lavrov bi hevkarê xwe Selahaddin Rabbani li Moskowê konferanseke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew dixwazin di gelek mijarên cûrbicûr yên wek aborî û ewlekariyê de hevkariyê bi Afxanistanê re bi pêş de bibin.

    Herwiha wezîrê rûs diyar kir ku piştigiriyê didin xebatên hikûmeta afxanî ya pêkanîna istiqrarê di rewşa siyasî û civakî de û herwiha piştgiriyê didin xebatên têkoşîna li dijî terorê û wiha pê de çû: "Rûsya û Afxanistan ji mêj ve hevkar in. Em dixwazin hevkariyê di warên aborî, ewlekarî û mirovî de bi pêş de bixin".

    "EM ALÎGIRÊN BERDEWAMKIRINA SEWQIYATA TECHÎZATA LEŞKERÎ NE"

    Ji aliyê din ve, Lavrov diyar kir ku ew dixwazin sewqiyata techîzatên leşkerî bo Afxanistanê berdewam bikin û perwerdehiyê bidin yekîneyên afxanî di mijarên leşkerî û mirovî de".

    RABBANÎ: EM DIXWAZIN KIRÎNA PETROLÊ JI RÛSYAYÊ ZÊDE BIKIN

    Rabbanî diyar kir ku di civînan de ew li ser kêşeyên cîhanî yên wek qaçaxçiya madeyên hişber û terorê axivîn û teqez kir ku dixwazin hevkariya ewlekariyê bi Rûsyayê re kûrtir bikin.

    Wezîrê afxanî eşkere kir ku niyeta wan heye, petrola ji Rûsyayê dikirin zêde bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Babê me nêzîkî li 900 hedefên DAIŞê da
    Lavrov: Têkiliyên di mijara Sûriyeyê de yên Rûsya û Amerîkayê dewam dikin
    Rûsya: Divê NY li ser veşartina dermanan daxuyaniyê bide
    ‘Rûsya ji rageşiya navbera Amerîka-Îranê gelek aciz e'
    Rûsya, Îran û Tirkiyeyê, dijberên nerme ji DAIŞ û El Nusrayê cuda kirin
    WSJ: Trump dixwaze, navbera Rûsya û Îranê xerab bike
    Etîketan:
    Selahaddin Rabbani, Sergey Lavrov, Afxanistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de