18:07 23 Mijdar 2017
Zindî
    Îran Moşek

    ‘Rûsya ji rageşiya navbera Amerîka-Îranê gelek aciz e'

    © AP Photo/ Amir Kholousi, ISNA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1731

    Balyozê Îranê yê li Rûsyayê Levan Cagaryan ragihand ku Moskowa ji zêdebûna rageşiya navbera Washington û Tehranê gelek aciz e.

    Cagaryan, di beyanata xwe yê bi Sputnikê de eşkere kir ku Rûsyayê bo rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de bê çareserkirin çi hebê dê bike.

    ‘BO NAVBERKARIYÊ TU DAXWAZ NEHATIYE'

    Cagaryan, destnîşan kir ku bo navberkariya her du welatan ya Rûsyayê hêj ji Îranê tu daxwaz nehatiye.

    RAGEŞIYA ÎRAN Û AMERÎKAYÊ DEWAM DIKE

    Piştî ceribandina moşekê balîstîk ya Îranê, Amerîka bi vê sedemê sepandin anîtibû. Rêveberiya Tehranê jî diyar kiribû ku bo ceribandina pergala radar û moşekên xwe tetbîqata leşkeri dane destpêkirin.

    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ji Bill O'Reillyê ya Fox Newsê re axivîbû û Îranê wek dewleta terorîst dabû nişandan. Trump bertek nîşanê peyman bi Tehranê re ya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama dabû: "Peymana herî gemar yê ku min di jiyana xwe de dîtiye ku hatiye morkirin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bersiva Trump da: Ti têkiliya Îranê bi terorê re nîne
    Serokê El Qaîdeya Yemenê ji bo Trump: Dînê nû yê Koşka Spî
    ‘MOSSAD û şêwirmendên Trump bi dizî hevdîtin kirin'
    WSJ: Trump dixwaze, navbera Rûsya û Îranê xerab bike
    Efserekî Artêşa Îranê li Iraqê hat kuştin
    Parlementoya Îranê hejmara parlementerên kurd zêde dike
    Etîketan:
    acizî, zêde, rageşî, Sputnik, Levan Cagaryan, Barack Obama, Donald Trump
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de