21:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    Suriye- Şam

    Şanda Rûsî ji bo hevdîtina bi Esad re çû Şamê

    © AP Photo/ Hasan Ammar
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1910

    Yek ji endamên şanda ku wê li Sûriyeyê bi Serokdewlet Beşar Esad re hevdîtinê bike û Parlamneterê Dumaya Rûsyayê Gavrilov ragihand ku ji bo ‘Sûriyeya piştî qeyranê' hedefa nû hat diyarkirin.

    Şanda Rûsî ya ku ji parlamenterên Dumayê Dmitriy Sablin, Sergey Gavrilov, Aleksander Yuşenko û beşek bijîşk pêk tê, çû Şam a paytexta Sûriyeyê. Şanda ku Balyozê Rûsya yê li Şamê Aleksandr Kinşak jî wê beşdar bibe, wê bi Serokdewletê Sûriyeyê Esad, Serokwezîrê Sûriyeyê Imad Hamis û bi hinek nûnerên Sûriyeyê re li hevdu bicivin.

    ‘EM Ê REŞNIVÎSA DESTÛRA BINGEHÎN BIAXIVIN'

    Gavrilov ê di şandê de cih digire dest nîşan kir ku wan bi taybetî demeke wisa ku tê de agirbesta Sûriyeyê hatiye ragihandin, hevdîtinên Astanayê tên kirin û mizakereyên Cenevê tên plankirin hilbijartine û got di vê çarçoveyê de ji bo Sûriyeya piştî qeyranê armancên nû derketine holê.

    Gavrilov bi bîr xist ku wan reşnivîsa nû ya ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê peşkeş kiriye û got, "Parlamenter plan dikin ku di dema serdanê de mijarên di derbarê sazkirina siyaseta Sûriyeyê de bîni rojevê, bi nûnerên saziyên sivîl û serkirdeyên mezheban re hevdîtin bikin." Gavrilov derbirî ku serdan xwediyê roleke mirovî ye jî û got wê alîkariya mirovî bidin dibistanên Sûriyeyê û wê malzemeyên xwarinê û dermanan belav bikin.

    ‘EM Ê RASTERAST BI BIJÎŞKÊN SÛRIYEYÊ RE PEYWENDIYAN DEYNIN'

    Bijîşkê Rûsî Andrey Karpin yê di şandê de cih digire jî da zanîn ku ew ê rasterast bi bijîşkên Sûriyeyî re peywendiyan deynin. Karpin anî ziman ku ew ê bi rêveberiya Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê re jî hevdîtinê bikin û got ew ê ji bo ku bijîşkên Sûriyeyî karibin li Rûsyayê stajê bikin, danûstandinê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê îdiayên Al Jazeerayê derewandin
    Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Rûsyayê têne dermankirin
    Êrişên li hemberî Balyozxaneya Şamê yê Rûsyayê dewam dike
    Mogherini: ‘Em qelsbûna Rûsyayê naxwazin'
    'Erdogan plan dike ku di meha adarê de biçe Rûsyayê'
    Wezareta Parastin a Rûsyayê notaya protestoyê da Ukraynayê
    Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê dest bi hevdîtinên mekanîzmaya sêalî kirin
    Etîketan:
    hevdîtin, Serokdewletê Sûriyeyê, Beşar Esad, Astana, Cenev, Rûsya, Sûriye, Şam
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de