01:53 25 Hezîran 2018
Aleksey Puşkov

Puşkov di warê 'dafika Ûkraynayê' de hişyarî da Trump

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 31

Endamê Konseya Federasyonê ya Rûsyayê Aleksey Puşkov ji bo ku nekeve ‘dafika Ûkraynayê' hişyarî da Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Puşkov li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da ev tişt gotin, "Divê Trump nekeve ‘dafika Ûkraynayê'. Divê têkiliyên Amerîka û Rûsyayê nebe dîlê rejîm û provakasyonên Kievê."

​Berdevkê Serokdewletê Ûkraynayê Svyatoslav Tsegolko yê ku berê diyar kiribû serokên Amerîka û Ûkraynyaê bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîne, got her du alî li ser mijara pêwistiya agirbestê li herêma Donbassê axivîn û endîşeyên xwe yên di derbarê xerabûna rewşa li herêma Adveyevkayê anîn ziman.

Qesra Spî jî di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku Trump ji bo aşitiya li ser sînorê Ûkraynayê ji nû ve were pêkanîn, amade ye bi Rûsya, Ûkrayna û welatên din re hevkariyê bike. Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku li ser dîroka serdana Serokdewletê ÛkraynayÊ Pyotr Proşenko ya ji bo Amerîkayê tê xebitîn.

Bi heman mijarî:

Puşkov: Ji bo tunekirina DAIŞê pêdiviya Trump bi Rûsyayê heye
Puşkov: Hevdîtina Pûtîn û Trump wê bibe destpêkeke nû
Puşkov: Kesên Rûsyayê bi destavêtina hilbijartinên DYA tohmetbar dikin...
Puşkov: "Erdogan rast dibêje, Amerîka piştgiriya rêxistinên terorî dike"
Puşkov: "Mueyîdeyên Amerîka yên nû amadehiya Şerê Sar e"
Ji Puşkov daxuyaniya Stenbolê: "Divê em koalîsyona tekoşîna dijterorê ya kûrewî ava bikin"
Etîketan:
dafik, hişyarî, Serokdewletê Ûkraynayê, Serokê Amerîkayê, Endamê Konseya Federasyonê ya Rûsyayê, Pyotr Poroşenko, Donald Trump, Aleksey Puşkov, Ûkrayna, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de