19:49 18 Hezîran 2018
Alla Levuşkina

Bijîşka Rûsî ya 90 salî rojê 4 nexweşan emeliyet dike

© RT .
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Neştergera Rûsî ya bi navê Alla Levuşkina ya 90 salî li bajarê Ryazan a Rûsyayê li nexweşxaneyekê dixebite û hat diyarkirin ku rojê 4 nexweşan emeliyet dike.

Levuşka li Rûsyayê neştergera herî navsal e û ev 68 sal in li ser karê xwe ye.

10 HEZAR NEXWEŞ EMELIYET KIRIN

Levuşkina ragihand ku wê heta niha emeliyeta nêzîkî 10 hezar nexweşan kiriye. Levuşkina ji ber ku bejnkin e, di dema emeliyetê de nêrdewanê bi kar tîne.

Niştergera navsal got li beramberî temenê dîsa jî naxwaze teqawid bibe û got, "Bijîşkî tenê ne pîşeyek e. Di heman demê de şêweyekê jiyanê ye. Her tim dipirsin û dibêjin gelo tu ji bo çi teqawid nabî. Ez dev ji karê xwe berdim gelo wê kî neştergeriyê bike?"

‘PIRTÛKÊN MIN XWENDIN BANDOR LI SER KARIYERA MIN KIR'

Levuşkina da zanîn ku wê di ciwaniya xwe de dixwest bibe bibe endezyarê jeolojiyê û got, "Rojekê min berhema Veresayeva ya bi navê ‘Rojaneya Bijîşk' xwend û min biryar da ku bibim bijîşk. Çend caran ketim ezmûnê û di encamê de min Zanîngeha Tibê bi dest xist."

Levuşkina di axaftina xwe got ez ji bo nexweşên xwe diayan jî dikim.

Bi heman mijarî:

Balyozê Tirkiye yê li Moskowê serdana Dêra Ortodoks a Rûsî kir
Parlamenterê rûsî: "Pergala Serokatiyê pêwist e"
Kozmonotê Rûsî: Em lîderên dinyayê bibin fezayê, dê aştî were dinyayê
Balafirên rûsî dîsa çeperên DAIŞê yên li Dêra Zorê bombebaran kirin
Matviyenko: Parlamenterên tirk û rûsî plan dikin serdanek hevpar bo Sûriyeyê li dar bixin
Etîketan:
neşterger, emeliyet, Neştergera Rûsî, Alla Levuşkina, Ryazan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de