21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ûkrayna tenê bi provakasyonên leşkerî balê dikişîne ser xwe

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1430

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got rêveberiya Kievê ne bi saya reform û giyanan tenê bi provakasyonên leşkerî bala civaka cîhanê dikişîne ser Ûkraynayê.

    Zaxarova beşdarî bernameyeke kanala NTV ya Rûsî û got, "Wê bi Ûkraynayê çi bibe, ev mijara sereke ya rêveberiya berê (ya Amerîkayê) bû û bi sed milyonan ve dolar ji bo vî welatî hat dayîn. Sedem vê eleqeyê ne reform in ne jî gihîn in. Mijara Ûkraynayê tenê bi provakasyonên leşkerî yên ku zindiyan û mirovan ji xwe re dikin armanc di rojevê de tê girtin."

    Berê di hevdîtina telefonê ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û hemkarê wî yê Ûkraynayî Pyotr Poroşenko de hewildanên ji bo pêkanîna aşitî ya li başûrê rojhilat ê Ûkraynayê hatibû nîqaşkirin.

    Tê diyarkirin ku di pevçûnên li Donbassê de, ku ev demeke dirêj bû bêdeng bû, di nava sivîlan de jî mirî û birîndar hene. Roja sêşemê ya borî Konseya Ewlehî ya NY belavokek ragihandibû û tê de ji ber zêdebûna gengeşiya li başûrê rojhilat ê Ûkraynayê endîşeyên xwe anîbû ziman û bangî aliyan kiribû ku tavilê çekan berdan.

    4 roj berê jî Koma Minskê ji aliyan xwestibû ku pevçûnên li herêma Donbassê bidin rawestandin û hemû çekên giran ji herêma pevçûnan dûr bixin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn sedemên mezinbûna qeyrana Ûkraynayê eşkere kir
    'NATO ji bo endamtiya Ûkraynayê tu hincetê nabîne'
    Le Pen bersiva Ûkraynayê da: "Ji xwe ez ne dihatim"
    Li Ûkraynayê di navbera polîsan de pevçûn: 5 mirî
    Piştî Le Penê got, Kirim a Rûsyayê ye, dibe têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin
    Sokolov: Tetbîqeta Ûkraynayê divê ji aliyê ICAOyê ve were analîzkirin
    Etîketan:
    balkişandin, provakasyonên leşkerî, Serokdewletê Ûkraynayê, Serokê Amerîka, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Donald Trump, Pyotr Poroşenko, Donbass, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de