00:00 21 Mijdar 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsyayê îdiayên Al Jazeerayê derewandin

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3001

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Igor Konaşenkov îdiayên televizyona Al Jazeera yên ku digot li bajarê Laziqê yê Sûriyeyê di encama teqîna wesayitekê de 5 leşkerên Rûsî jiyana xwe ji dest dane, derewand.

    Televizyona Al Jazeerayê şeva borî îdia kiribû ku li Laziqê wesayiteke leşkerî ya Rûsyayê teqiyaye û di encamê de 5 leşkerên Rûsî jiyana xwe ji dest daye.

    Konaşenkov di derbarê mijarê de daxuyanî da rojnamegeran û got, "Îdiayên televizyona Al Jazeera yên di derbarê mirina leşkerên Rûsî de bêbingeh in. Cihê xemgîniyê ye ku televizyoneke wisa mezin bi belavkirina nûçeyên wisa derew re eleqeder dibe."

    Konaşenkov her wiha got, "Hemû leşkerên Rûsî yên li Sûriyeyê dijîn û bi awayekî bê pirsgirêk peywirên xwe bi cih tînin."

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên behrê yên rûsî bi tawûgên xezal û seyan tetbîqat pêk anîn
    Efserên Rûsî perwerdeya şerê bajaran didin leşkerên Sûrî
    Pisporê rûsî: ‘Çima DAIŞ hindik êrişê leşkerên Amerîkayê dike'
    Leşkerên Rûsî yên Îstixbarata Ukraynayê ew revandibûn hatin girtin
    Kovboy, wê leşkerên rûsî biparêzin
    Leşkerên rûsî alîkariya mirovî gihandin taxek Helebê
    Etîketan:
    derewandin, Televizyona Al Jazeera, Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, Igor Konakşenkov, Laziq, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de