05:39 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitrriy Rogozin

    Rogozin: Mûeyîdeyên YE yên li hemberî Rûsyayê bandoreke berovajî kir

    © Sputnik/ Sputnik/ Andrey Iglov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Rogozin got mûeyîdeyên Yekîtiya Ewropa yên li hemberî Rûsyayê ew bandora ku Bruksel li bende bû, nekir.

    Rogozin li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Divê bi şantaj û gefxwarinê nêzîkî Rûsyayê nebin. Mûeyîdeyên li hemberî pîşesaziya Rûsyayê, li gorî bendebûna burokratên Ewropayê, bandoreke berovajî kir."

    ​Rogozin li ser dirêjkirina dema mûeyideyên YE yên li hemberî Rûsyayê jî bertek nîşan da û got, "Gelo YE dizane ku em li ser vê yekê nasekinin?"

    Di nûçeyeke ku Bloombergê spartibû çavkaniyekî Brukselê de hatibû gotin ku YE wê di meha adarê de mûeyîdeyên li hemberî 100 welatiyên Rûsya û Ûkraynayê bi qasî 6 mehan dirêj bike.

    Bi heman mijarî:

    Mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê, li Ewropayê 400 hezar însan bêkar hişt
    Qesra Spî amadehiya mueyîdeyên nû li hemberî Rûsyayê dike
    Fransa: "Hê em negihîştine asta mueyîdeyên ser Rûsyayê"
    Rûsya: Dirêjkirina mueyîdeyên li ser Tehranê ya ji aliyê Amerîkayê xeyalşkestineke
    Pûtîn: Mueyîdeyên aborî bûne gîhanekên armancên siyasî
    Tusk: Divê mueyîdeyên li dijî Rûsyayê werin dirêj kirin
    Etîketan:
    bandora berovajî, mueyîde, YE, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitriy Rogozin, Bruksel, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de