07:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em hêvî dikin ku mixalîfên li Sûriyeyê û Şam wê rasterast têkevin nava peywendiyê

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2820

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got em hêvî dikin ku rêveberiya Şamê û mixalîfÊn çekdar ên li Sûriyeyê wê rasterast têkiliyên nava peywendiyê.

    Lavrov ji bo rojnameya Avusturyayê ya bi navê Profile axivî û got, "Mixalîfên Sûriyeyî yên ku heta niha beşdarî hevdîtinên ji bo siberoja Sûriyeyê û peywendiyên ligel hikûmetê nebûne, cara pêşîn di hevdîtinên li Astanayê de bi nûnerên hikûmeta Rûsyayê re rûniştin. Aliyên Sûriyeyî her çi qas helwestên xwe neguherandibin jî dan nîşan ku ji bo diyalogê amade ne."

    ‘EM JI BO FÎTKIRINA PÊVAJO YA CENEVÊ GAVÊN EŞKERE DAVÊJIN'

    Lavrov ji bo hevdîtinên Cenevê yên ku taloqê 20ê Sibatê hat kirin diyar kir ku divê di formateke hîn berfireh û gelemperî de werin lidarxistin û got, "Em ji bo fîtkirina pêvajoya Cenevê gavên eşkere davêjin. Jixwe hevdîtinên li Astanayê jî lez da vê yekê."

    ‘HELWESTA TRUMP JI BO HEVDÎTINÊN DUALÎ HÊVIYÊ DIDE'

    Ji aliyê din ve Lavrov têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de jî nirxand û anî ziman ku ew daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên di derbarê diyalogdanîna ligel Moskowê erênî dibînin. Lavrov got, "Me daxuyaniyên Trump ên di dema kampanyaya hilbijartinê de jî yên piştî serkeftina wî jî, ku di derbarê Rûsyayê dan, bi baldarî şopand. Tê dîtin ku daxuyaniyê di derbarê pêwistiya diyalogdanîna ligel Rûsyayê de ji bo pêşketina têkiliyên dualî hêviyê dide."

    Lavrob got ji bo xizmeta berjewendşyên hevpar Moskow û Washington ji bo çaresekirina mijarên dualî dikarin gavan bavêjin û got dikarin tevkariyê li çareserkirina pirsgirêkên rojane bikin.

    Lavrov di dewama axaftina xwe de derbirî ku di qadên wekî bazirganî, veberhênan û teknolojiyê de potansiyela hevkarî ya Rûsya û Amerîkayê heye.

    'ME WEK BERGIRÎGIRTINÊ MÛEYÎDE DANÎ SER YE'

    Wezîrê Rûsî li ser mueyîdeyên YE yên li hemberî Rûsyayê jî axivî û got aliyê dest bi mueyîdeyan kir, ne Moskow e û aliyê ku pêşiyê mueyîdeyan rake jî wê ne Moskow be. Lavrov got, "Me meuyîde weke bergirîgirtinê danî ser, divê me ev bikira."

    ‘EM HÊVÎ DIKIN AGIT WÊ LI SER QEYRANA ÛKRAYNAYÊ BISEKINE'

    Lavrov her wiha daxwaz kir ku Civata Ewlehî û Hevkarî ya Ewropayê (AGIT) li ser çareserkirina qeyrana Ûkraynayê bisekine û got, "Divê AGIT di vî warî de potansiyela xwe bi kar bîne."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bandorê li çareseriya kêşeyên gerdunî bikin
    Lavrov: Reşnivîsa destûra Sûriyeyê vexwendineke ji bo şêwrê ye
    Zaxarova: "Dibe Lavrov û Tillerson vê mehê hevdîtinekê pêk bînin"
    Lavrov di nameya xwe ya ku ji Tillersonê re şand de temeniya başbûna têkiliyên dualî kir
    Lavrov: Plana 'herêmên ewle' ya Trump ne dubarekirina 'senaryoya Libyayê' ye
    Lavrov: Vexwendina Pûtîn ya ji bo Ebbas û Netanyahu hêj jî derbasdar e
    Etîketan:
    mixalîfên Sûriyeyî, peywendî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Ûkrayna, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de