07:22 26 Gulan 2018
Pêşmergeyên birîndar

Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Rûsyayê têne dermankirin

© REUTERS / Azad Lashkari
Rûsya
Lînkê kurt
0 21

Hat ragihandin ku 3 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de birîndar bibûn li paytextê Rûsyayê li Moskowê têne dermankirin.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dermankirina Pêşmergeyên bi navê Raîd Yûsif, Herîş Mehmûd û Serheng Kawa Hûseyîn şandin Rûsyayê. Raîd Yûsif ragihand ku ew ji sala 1991ê ve pêşmerge ye û di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de birîndar bûm. Ez beriya niha ji bo dermankirinê çûbûm Tehranê lê derfetên dermankirinê kêm bûn. Retînaya çavê min ên rastê xirab bûne. Ji bo dermankirinê ez niha li Moskowê me."

Herwiha Herîş Mehmûd jî diyar kir ku ew di şerê li dijî DAIŞê de 2 caran birîndar bûye û got: "Em 10 biran e. Em hemû pêşmerge ne û em bi serbilind in ku axa xwe û welatê xwe diparêzin. li Kerkûkê birîndar bûm, ez daxwaz dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir alîkariya pêşmergeyên birîndar bike."

Serheng Kawa Hûseyîn jî got: "Ez ji 23ê Rebendanê ve li vir im. Carekê ez ameliyat kirim. Di rojên pêştir de dê carekê din jî min ameliyat bikin. Ameliyata min a yekem pir serkeftî bû."

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Em hevkariyeke dirêj û stratejîk bi Kurdistanê re plan dikin'
FLAŞ - Rûsya: 'Me ji bo dijberiya DAIŞ û El Nûsrayê çek dane Kurdistanê'
Heşdî Şeibî: Me bi şaşî Pêşmerge bombebaran kirin
Ji Wezareta Pêşmerge bo Malikî: Yê sînorê Kurdistanê diyar dike ne Malikî ye
Wezareta Pêşmerge û hêzên hevpeymanî civiyan
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Pêşmergeyên birîndar li Moskowê têne dermankirin, Raîd Yûsif, Herîş Mehmûd, Serheng Kawa Hûseyîn, Kurdistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de