05:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    دوومایا ڕووسی

    Parlamenterê rûsî: "Pergala Serokatiyê pêwist e"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3101

    Parlamenterê Duma yê Parlamentoya Federal a Rûsyayê Dmitriy Savelyov ragihand ku ji bo sazkirina aramî û ewlehiyê li Tirkiyeyê Pergala Serokatiyê pêwist e.

    Parlamenterê Rûsyayê û Cîgirê Serokê Komîsyona Tekoşîna Gendelî û Ewlehî ya Dumayê Dmitriy Savelyov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku ji bo sazkirina aramî û ewlehiyê li Tirkiyeyê Pergala Serokatiyê pêwist e. Divê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gavên tund biavîne.

    JI BO ARAMÎ Û EWLEHIYA GEL EV GAV PÊWIST IN

    Dmitriy Savelyov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di hewldana derbeya leşkeri ya 15ê Tîrmehê de gel dakete kolanan. Gelê tirk ji bo piştgiriya Erdogan dakete meydanan û Erdogan ew hewldana derbeya leşkeri têk bir. Mixabin îro hinek hêzên veşartî dixwazin aramî û ewlehiya Tirkiyeyê têk bibin. Bûyerên terorî yên vê dawiyê pir bi xemgîn in. Mirovên bêguneh, leşker û polês jiyana xwe ji dest didin. Lê ez bawerim Erdogan dê van hemû lîstikan têk bibe."

    Savelyov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Tabî div an rewşê wiha de divê serok gavên tund biavêjin. Ez bawerim wê Erdogan jî van gavan biavîne. Gel jî vê daxwaz dike. Bi vê re eleqedar niha referanduma guherîna Destûra Bingehîn di rojevê de ye. Li gorî dîtinê min gel wê piştgiriyê bide û Pergala Serokatî li Tirkiyeyê dê pêk were. Wekî nêrîna şexsî, ji bo sazkirina asayiş û aramiyê divê gavên tund werin avêtin. Ji bo aramî û ewlehiya gel ev gav pêwist in."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bandorê li çareseriya kêşeyên gerdunî bikin
    Rûsya û DYAyê biryara 'hevkariya nêzîk" li NYyê da
    Li Sûriyeyê Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 5 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 7 car binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tespît kirin
    Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
    Etîketan:
    Parlamenterê Rûsyayê û Cîgirê Serokê Komîsyona Tekoşîna Gendelî û Ewlehî ya Dumayê, Dmitriy Savelyov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de