10:02 24 Nîsan 2018
    NATO / Deryaya Reş

    Şoygu: Em li Behra Reş ji bo her cûre qebxwestinê amade ne

    © AFP 2018 / DANIEL MIHAILESCU
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got ew hemû geşedanên tetbîqatê yên NATOyê, ku îro li Behra Reş destpê kir, dişopînin û kontrol dikin û derbirî ku ew ji bo her cûre qebxwestinê amade ne.

    Şoygu diyar kir ku komeke mezin a keştiyan beşdarî tetbîqeta NATOyê bûye û keştiyên nû hêj jî beşdar dibin. Şoygu got, "Li ser biryara Serokatiya Sererkaniyê û Fermandariya Herêma Leşkerî ya Başûr ji bo ketina koma keştiyan û kontrolkirina faaliyetên li Behra Reş hemû bergirî hatine girtin.

    Şoygu dest nîşan kir ku ew dixwazin tetbîqat bêyî ku ji bo Rûsyayê bibe metirsî were temamkirin û got em ji bo her cûre qebxwestinê jî amade ne.

    Tirkiye, Amerîka û Ûkrayna jî di nav de 8 welatên NATOyê îro dest bi tetbîqatên xwe yên sala 2017an kirin. Tetbîqat wê 3 rojan berdewam bike û Tirkiye, Amerîka, Ûkrayna, Romanya, Bulgaristan, Yewnanistan, Kanada û Îspanya bi 3 hezar leşkerani, 16 keştiyên şer û 10 balafiran beşdarî tetbîqatê bûne.

    Bi heman mijarî:

    NATO û Ukrayna li Behra Reş tetbîqata hevpar li dar dixin
    Stoltenberg: NATO ji aliyê Rûsyayê tu metirsiyê nabîne
    'Trump difikire ku NATO li gor mebesta avabûna xwe tevnagere'
    'NATO ji bo endamtiya Ûkraynayê tu hincetê nabîne'
    Etîketan:
    qeb xwestin, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Amerîka, Ûkrayna, Tirkiye, Rûsya, Behra Reş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de