17:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Zanîngeha Moskow a Dewletê

    Li Rûsyayê perwerdehiya herî erzan li ku ye?

    © Sputnik/ Maxim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Enstîtuya Xwendina Bilind a Aborî ya Rûsyayê bi lêkolîneke eşkere kir ku li Rûsyayê bajarê ku xwendina bilin lê herî erzan St. Petersburg e, yê herî biha jî Moskow e.

    Enstîtuya Xwendina Bilind a Aborî ya Rûsyayê di derbarê ast û bihayê xwendina bilind de li Rûsyayê lêkolînek kir. Li gorî lêkolînê hat destnîşankirin ku li Rûsyayê bajarê ku xwendina bilind lê herî biha Moskow û ligel Moskowê Herêma Xweser a Nenets û herêmên Kamçatka, Tumen û Nijniy Novgorod in.

    Li gorî lêkolîna ku cihê mayînê, debara jiyanê û heqdestê perwerdehiyê ji xwe re esas digire, hat diyarkirin ku bajarê St. Petersburg û herêmên Leningradê cihên herî erzan in. Herêmên Amur û Vologdayê jî di rêza duyemîn û sêyemîn de cih girtin.

    RÛSYA DI NAVA WELATÊN KU RÊJEYA WAN A XWENDINA BILIND HERÎ ZÊDE NE DE CIH DIGIRE

    Li gorî lêkolînê Rûsya piştî Kanadayê di nava welatên ku rêjeya wan a xwendina bilind herî zêde ne de cih digire. Li Rûsyayê ji sedî 54a kesên di navbera 25-64 salî de, ji sedî 58a kesên di navbera 25-34 salî de û ji sedî 50 jî kesên di navbera 55-56 salî de xwediyê diplomaya xwendina bilind in.

    Bi heman mijarî:

    Li Zanîngeha Moskowê 'Zankoya Fezayê' tê vekirin
    Li DYAyê li Zanîngeha Eyaleta Ohioyê tirsa êrîşkarê çekdar: Kesek mir 8 birîndar
    Li Zanîngeha Californiayê êriş: 2 kes jiyana xwe ji des dan
    Zanîngeha Cambrîdgeê ansîklopediya dîroka Kurdan weşand
    Etîketan:
    erzan, perwerdehî, Enstîtuya Xwendina Bilind a Aborî ya Rûsyayê, Rûsya, St.Petersburg, Moskow
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de