08:39 26 Îlon 2017
Zindî
    Dutch Safety Board releases report into Malaysia Airlines Flight 17 disaster

    Rûsyayê bersiva îdiayên Holendayê yên MH17ê da

    Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Saziya Hewavaniya Federal a Rûsyayê(Rosaviatsiya)îdiayên Meqamên Holendayê yên derbarê balafira Meleziyayê ya MH17ê ya ku li rojhilatê Ûkraynayê hatibû xistin de red kirin.

    Alîkarê Serokê Rosaviatsiyayê Oleg Storçevoy diyar kir ku ti pêdiviyeke navdewletî ji bo formata daneyên agahiyan de tine û wiha pê de çû: "Rûsyayê di bûyerê MH17ê de daneyên xwe yên radarê berî 3 mehan ji Holendayê re şandin. Di vê demê de jî Holendayê ti pispor ji Rûsyayê nexwest ta ku daneyan deşîfre bike."

    'HOLENDA, JI QESTÎ VE LÊPIRSÎNA MH17Ê DERENG DIXE'

    Storçevoy bal kişand ser wê yekê ku ev sê meh in, dane di destên pisporên holendî de ne lê hîn wan nekariye deşîfre bikin û teqez kir ku seyr lê ma gava bihîst ku Holendayê mesele xistiye rojeva ragihandinê û wiha pê de çû: "Ev kêşe bi temamî teknîkî ye û bi hevkariyê dikare di cih de were çareserkirin. Lê heta îro jî ti daxwaz ji Holendayê nehatiye kirin ku psiporên rûs tev li pêvajoyê bibin û alîkariyê bidin. Holenda ji qestî ve lêpirsîna MH17ê dereng dixe."

    Rayedarê rûs teqez kir ku Holenda bi vî awayî serê raya giştî tev li hev dike.

    "RÛSYA JI HEVKARIYÊ RE AMADE YE"

    Ji aliyê din ve, Storçevoy teqez kir ku Rûsya dixwaze tevahiya cîhanê hîn bibe bê rastiya trajediya MH17ê çi ye û amade ye pisporan bişîne û alîkariya pêwîst bişîne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsyayê piştî êrişên DAIŞê du balafir tijî alîkarî ji Herêma Kurdistanê re şandin'
    Li Rioyê balafir ket: Dadgerê Dadgeha Bilind a Brezîlyayê jî tê de bû
    Li Çînê balafir ket: 2 mirî
    Keştiya balafir a rûsî Kuznetsov ji Sûriyeyê vediqete
    Li Îranê balafir ket: Pîlot mir
    Rûsya: Seferên balafir ên Misirê dibe ku heta dawiya salê destpê bikin
    Etîketan:
    MH17, Oleg Storçevoy, Ûkrayna, Holenda, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de