14:36 19 Îlon 2017
Zindî
    Su-25SM3

    Izvestiya: "Rûsya wê balafirên modernîzekirî bişîne Hmeymîmê"

    © Foto: Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li gorî rojnameya Izvestiyayê, Rûsya wê balafirên S-25 ên modernîzekirî bişîne Baregeha Leşkerî ya Hmeymîma Sûriyeyê.

    Rojnameya Izvestiyayê di nûçeya xwe ku dispêre çavkaniyekî leşkerî de ragihand ku Rûsya wê balafirên Su-25 ên halê modernîzekirî Su-25SM3an meha tebaxê an jî di sere meha îlonê de wê bişîne Baregeha Leşkerî ya Hmeymîma Sûriyeyê.

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyê leşkerî 4 balafirên ku hem bi şev û hem jî bi rojê hedefên xwe îmha dikin wê sewkî Hmeymîmê bikin.

    Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balafirên ku wê tevlî operasyonên Hêza Hewayî ya Rûsyayê bibin wê di êrişên wesayîtên bi zirx ên milîtanan û avahiyên ku ji bo parastinê têne avakirin de werin bikaranîn."

    Herwiha Rûsya di 12ê Rebendanê de 4 balafirên şer ên Su-25 şandibûn Hmeymîma Sûriyeyê. Ev balafirên Su-25 ên Rûsyayê bi Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) re li herêma El Babê tevlî oporasyonên dijî rêxistina terorîst a DAIŞê jî bibûn.

    Bi heman mijarî:

    Gelo di navbera Tifaqa Artêşa Îslamî û Rûsyayê de hevkarî gengaz e?
    Rûsyayê hişyarî da artêşa Sûriyê ku agirbestê binpê neke
    Artêşa Tirkiyeyê: Rûsyayê li Babê sengerên DAIŞê rûxandin
    'Baregehên leşkerî yên Rûsyayê, wê qepesîteya şer ya artêşa Sûriyeyê zêde bike'
    Rûsyayê: Ji bo artêşa Sûriyeyê herêmên ji firînê re qedexekirî nehatin peyikandin
    Etîketan:
    Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Rûsya balafirên modernîzekirî dişîne Hmeymîmê, Rojnameya Izvestiyayê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de