14:00 19 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Aliyên ku li Sûriyeyê bi hevdîtinan re eleqeder dibin, divê beşdarî pêvajoyê bibin

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku aliyên ku li Sûriyeyê bi çareseriyê re eleqeder dibin divê beşdarî hevdîtinan bibin û got ger mixalefeta Sûriyeyê heyeteke hevpar ava bikin ew ê kêfxweş bin.

Lavrov got, "Hemû aliyên ku bi çareseriya qeyran a Sûriyeyê û bi pêkanîna şertên ji bo siberoja Sûriyeyê re eleqeder dibin, divê bersivê bidin vexwendnameya beşdarbûnê ya pêvajoya hevdîtinan."

Lavrov diyar kir ku ger hikûmeta Sûriyeyê heyeteke hevpar ava bike ew ê kêfxweş bibin û got, "Helbet em dixwazin tenê partnêrekî hevdîtinan yê hikûmeta Sûriyeyê hebe. Lê em nafikirin ku hebûna çend heyetên mixalefetê tiştekî xerab be."

Lavrov derbirî ku ew ê ji bo biryara yekbûnê ya aliyên ku di 27ê Rêbnedanê de li Moskowê beşdarî civîna li ser hevdîtinên Astanayê bûn kêfxweş bin.

Bi heman mijarî:

Lavrov bersiva Trump a herêmên ewle da
HNCê sedema beşdarnebûna civîna Lavrov eşkere kir
Lavrov: Destûra me pêşkêş kiriye, fikirên herdû aliyan dihewîne
Zaxarova: Muxalifên hundir û yên derve yên sûrî wê beşdarî civîna Lavrov bibin
Lavrov: Hevkariya me ya bi Tirkiye û Îranê ji bo Sûriyeyê berfireh dibe
Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne
Etîketan:
hevdîtin, beşdarbûn, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskow, Astana, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de