19:47 22 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

Peskov piştrast kir ku wê Putin û Erdogan di adarê de bicivin

© Sputnik / Michael Klimentyev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov piştrast kir ku tê plankirin bi beşdariya Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re Konseya Hevkariya Asta Bilind a Rûsya û Tirkiyê di serê adarê de çêbibe.

Peskov li ser pirsa ku gelo ew nûçeyên dibêjin wê Putin û Erdogan di serê adarê de di dema civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Rûsya û Tirkiyê de bicivin, got: "Erê, niha amadekariyên vê hevdîtinê tê kirin."

Beriya niha di çapemeniyê de hatibû diyarkirin ku Erdogan wê ji bo civîna Konseyê biçe paytexta Rûsya Moskowê.

Civîna herî dawî ya Konseyê di Berfanbara 2014an de çêbibû.

Civîna ku dihate plankirin di 2015an de bê çêkirin ji ber ku jeta rûs ji hêla F-16eyên tirk ve hatibû xistin nehatibû çêkirin.

Bi heman mijarî:

Kremlin: Putin û Erdogan, ji peymana li Sûriyê kêfxweş in
Peskov jî aşkere kir: Putin û Erdogan wê îşev Helebê biaxivin
Peskov: Ti hevdîtina Sûriyeyê di navbera Pûtîn û Erdogan de nehatiye plankirin
Pûtîn û Erdogan ji bo Sûriyeyê axivîn
Pûtîn ji bo êrîşa li Stnebolê sersaxî ji Erdogan re xwest
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyê axivîn
Etîketan:
Konseya Hevkariya Asta Bilind a Rûsya û Tirkiyê, Vladimir Putin, Recep tayyip Erdogan, Dmitriy Peskov, Tirkiye, Rûsya, Moskow
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de