14:57 12 Kanûn 2017
Zindî
    Konseya Federasyonê ya Rûsyayê

    Komîteya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyonê piştgirî da Herka Tirk

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîteya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyon a Rûsyayê piştgirî da pesendkirina peymana Herka Tirk a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de.

    Di daxuyaniya endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyon a Rûsyayê de hat diyarkirin ku ew piştgiriyê didin pesendkirina peymana Herka Tirk a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de.

    Konseya Federasyonê dengdayîna di derbarê peymana Herka Tirk de wê di 1ê Sibatê de li dar bixe.

    Li gorî çarçoveya projeya Herka Tirk a ku di Cotmeha 2016an de li Stenbolê di navbera her du hikumetan de hat îmzekirin, tê plankirin ku yek jê ji bo bazara Tirkiyeyê yek jî ji bo bazara Ewropayê, bi tevahî du xetên lûleyan werin avakirin. Hatibû daxuyandin ku hecma her xeteke lûleyê wê bi qasî 15 milyar û 750 milyon m3 be.

    Peymana ku di 2yê Berfanbarê de li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin, di 5ê Berfanbarê de ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve hatibû pesendkirin û piştî ku di 6ê Berfanbarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ketibû meriyetê.

    Her du xetên projeyê jî wê di dawiya sala 2019an de têkevin xizmetê.

    Bi heman mijarî:

    Cabarov: Dibe ku Herka Tirk di 1ê Sibatê de li Konseya Federasyonê were nirxandin
    Dûmayê Herka tirk pesend kir
    Gazprom, bo avakirina Herka Tirk wê 41.92 hezar rûble pere veqetîne
    Komîteya Enerjiyê ya Dumayê piştgirî da Herka Tirk
    Peymana navhikûmetî ya Herka Tirk hat pesendkirin
    ‘Dengdana peymana Herka Tirk wê di meha rêbendanê de li Dûmayê çê bibe’
    Rûsya pêşnûmaya derbarê Herka Tirk pesend kir
    Etîketan:
    piştgirî, Konseya Peywendiyên Derve ya Konseya Federasyonê ya Rûsyayê, Herka Tirk, Tirkiye, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de