09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov bersiva Trump a herêmên ewle da

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva Trump a herêmên ewle da û ragihand ku ji bo çêkirina herêmên ewle divê pêşî bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin.

    Lavrov bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump a herêmên ewle da û ragihand ku ji bo çêkirina herêmên ewle ku penaberên sûriyeyî xwe di ewlehiyê de bibînin, divê pêşî bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin.

    Wezîrê rûsî piştî hevdîtina hemkarê xwe yê êrîtreyî Osman Saleh di civîna çapemenî de bersiva Serokê Amerîkayê ya herêmên ewle da. Lavrov got: "Heke em werin mijara avakirina herêmên ewle em e vê mijarê di diyaloga hemkarên xwe yên amerîkî de vê mijarê zelal bikin."

    ‘DIVÊ ERÊKIRINA HIKÛMETA SÛRIYEYÊ HEBE'

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em vê daxuyaniya Trump zêdetir ji bo sivikirina barê koçberan a dewletên ewropî dibînin. Heke bi rastî ev wiha be, dibe bi berpirsên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî re kesên ku li Sûriyeyê ji cihên xwe bûne qad werin vekirin. Helbet ji bo van hemûyan divê erêkirina hikûmeta Sûriyeyê hebe."

    Trump hefteya borî di hevpeyvîna xwe ya televîzyona ABC ya Amerîkayê de gotibû: "Yekîtiya Ewropayê bi qebûlkirina penaberên Rojhilata Navîn xeletiyeke mezin dike. Em naxwazin heman tişt li vir jî biqewime. Eseh ez ê li Sûriyeyê herêmên ewle ava bikim."

    Bi heman mijarî:

    HNCê sedema beşdarnebûna civîna Lavrov eşkere kir
    Lavrov: Destûra me pêşkêş kiriye, fikirên herdû aliyan dihewîne
    Zaxarova: Muxalifên hundir û yên derve yên sûrî wê beşdarî civîna Lavrov bibin
    Lavrov: Divê bi lez em ewlehiya xebatkarên xwe yên li welatên biyanî zêde bikin
    Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne
    Etîketan:
    Li sînorê Sûriyeyê avakirina herêmeke ewle, Serokê Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Donald Trump, Osman Saleh, Sergey Lavrov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de