21:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Parlamena Sûriyê

    Rûsya: Mebesta reşnivîsa destûra Sûriyê nîqaşkirin e, ne fişar e

    © REUTERS/ SANA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)
    0 43 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, li ser dahatuya pêwendiyên Moskow û Washingtonê got ku hîn zû ye. Zaxarova li ser reşnivîsa pêşnûmaya destûra Sûriyeya dahatuyê ku Rûsyayê pêşkeş kiriye jî da zanîn, mebesta wê ne fişara ser komên muxalîf e, mebest banga nîqaşkirina mijarê ye.

    Zaxarova ji televizyona Rossiya-24ê re li ser hevdîtinên dîplomatên Rûsî û Amerîkî bikin diyar kir, ‘Heta ku wezîrê nû neyê tayînkirin, ev ne mijareke ku were rojevê ye'.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê bi bîr xist ku ew li bendê de tîma nû ya rêveberiya Amerîkayê pêk were û wiha axivî: "Em ti caran nebûn bendewarên ‘partnerên guncav' yan jî em qet nefikirîn ku ew ê polîtîkayên piştevaniya Rûsayê bikin bimeşînin. Lewra ev ne nêzîkbûneke cidî ye. Her kes li bendê ye ku ji bo çareserkirina kêşeyan nêzîkbûneke pragmatîk çêbibe."

    'MEBESTA REŞNIVÎSA DESTÛRA SÛRIYÊ NE FIŞAR E'

    Zaxarova li ser reşnivîsa pêşnûmaya destûra Sûriyeya dahatuyê ku Rûsyayê pêşkeş kiriye jî da zanîn ku mebesta wê ne fişarkirina ser aliyan e û wiha domand: "Li gor siruştiya xwe ne hewildaneke li ser komên muxalîf fişarê pêk bîne yan ne çarçoveyeke hişk e. Ev banga nîqaşkirina vê mijara herî girîng a ji bo dahatuya Sûriyê ye."

    Mijar:
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)

    Bi heman mijarî:

    Li Behra Egeyê erdhej pêk hat
    Serokê Dewleta Meksîkayê serdana xwe ya Amerîkayê betal kir
    'Heşda Şeibî bi topan êrîşî Pêşmergeyên li Rojhilatê Şingalê kir'
    Demirtaş: Parêzbendî didome, divê darizandin raweste
    Efserên Rûsî perwerdeya şerê bajaran didin leşkerên Sûrî
    Etîketan:
    Pêwendiyên Amerîkayê, reşnivîsa destûra Sûriyeyê, Zaxarova, Rûsya, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de