14:40 19 Îlon 2017
Zindî
    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Pûtîn xelata dewletê da Zaxarova

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2610

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî di nav de xelata dewletê da zêdetirî 30 kesan.

    Pûtîn di rêûresma li Kremlînê de ji qadên wekî zanistî, huner, tenduristî û xizmetên dewletê, 30 kesên ji gelek qadan bi xeleta dewletê xelat kir.

    Yek ji wan kesên ku ji Pûtîn xelata dewletê girt, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bû. Serokê Rûsyayê ‘Xelata Dostaniyê' da Zaxarova.

    ​Pûtîn di rêûresmê de got, "Taybetiya we ya hevpar ew e ku hûn hemû hostayên payebilind in, gelekî dixebitin û bala xwe baş didin armancê. Xebatên wê yên zêde, kesayetiya w eya xwedî pirsyarî ji bo bi hezaran kesan, belkî jî ji bo bi milyonana kesan mînak e."

    Ji aliyê din ve di nava wan kesên ku ji Pûtîn xelata dewletê girtin de Valeriy Potaşov ê pîlot, Vasiliy Livanov ê aktor û Midurê Şanoya Akademiya Dewletê ya Moskowê Vladîmîr Tartakovskiy jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Muxalifên hundir û yên derve yên sûrî wê beşdarî civîna Lavrov bibin
    Zaxarova ji bo reşnivîsa destûra Sûriyê: Sûriyeyî wê biryara her tiştî bidin
    Zaxarova: Rojeva navnetewî dansa min diyar nake
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Zaxarova: 'Em Edward Snowdenê diyariyê Trump nakin'
    Etîketan:
    xelata dewletê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Serokdewletê Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Vladîmîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de