08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Rusya - ambulans

    Santrala li Rûsyayê teqiya

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Li bajarê Penzayê yê Rûsyayê li santrala termîk teqînekê rûda. Li gorî agahiyên destpêkê kesekî jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyên ku çavkaniyekê ji Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê dane Sputnikê hat diyarkirin ku teqandina xazeke tevlihev bûye sedema teqînê.

    Ji ber bandora teqînê banê santralê bi ser qadeke bi qasî 600 mitro çargoşeyê de ket xwarê.

    ‘TEQÎN DI DEMA XEBATÊN QEYNAXÊ DE PÊK HAT'

    Di daxuyaniya Wezareta Enerjî ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku teqîn di dema xebatên qeynaxê de pêk hat û piştî teqînê yek ji jeneratorên turbo yên santralê rawestiya.

    ‘DEST BI LÊKOLÎNA SEDEMÊN TEQÎNÊ HAT KIRIN'

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser enqazê lêkolîn tên kirin û dest bi lêkolîna sedemên teqêine hat kirin.

    FSB: KETINA BANÎ BÛ SEDEMA TEQÎNÊ

    Rêveberiya herêma Penza ya FSBê (Serwîsa Ewlehî ya Federal) daxuyand ku li santrala termik di beşa turbîna 5emîn de di encama ketina banî de teqîn pêk hat.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Baniya ku ket xwarê zirar da lûleyên xazê. Di encama vê yekê de jî teqîn rûda. Pispor ji bo tespîtkirina sedema teqînê xebatan didomînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Balafira Kargoyê ya Tirkiyeyê ket: 37 mirî 10 jî birîndar bûn
    Sindoqên reş ên ayidê balafira bar a Tirk ji Moskowê re hat şandin
    Balafira leşkerî ya rûsî ku 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket
    Li Sibiryayê di kanayê de şewat:'75 karker dorpêçayî ne
    Etîketan:
    Zeybekçî: Di pêwendiyên Rûsyayê de hemû sererastkirin pêk hatin, teqîn, Serwîsa Ewlehî ya Rûsyaya Federal (FSB), Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de