11:45 21 Îlon 2017
Zindî
    Kurd - Rojava - Dirbêsiyê - Al

    Sputnik gihîşt pêşnûmeya destûra bingehîn a ku Rûsyayê amade kiriye

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)
    0 20130

    Di metna destûra bingehîn a ku ket destê Sputnikê de tê pêşniyarkirin ku navê fermî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê veguherîne Komara Sûriyeyê û herêma xweser a kurdan tê pêşniyarkirin bi awayekî ku zimanê kurdî û erebî li wan herêman wek hev bin.

    Lavrentyev diyar kiribû ku bêyî destwerdana Sûriyeyê bikin ji bo pêvajoya destûra bingehîn a nû bilez bikin wan reşnivîsek pêşkêş kiriye û wiha gotibû: "Moskow li bendê ye ku bê dijberiya sûrî dê bertekeke çawa nişanî pêşniyarên Rûsyayê yên derbarê destûra bingehîn bide.

    Li gorî nivîsa ku Spûtnîkê bi dest xistiye tê pêşniyarkirin ku navê fermî yê Komara Erebî ya Sûriyeyê veguhere, Komara Sûriyeyê.

    "SÎNORÊN SÛRIYEYÊ TENÊ BI REFERANDÛMÊ DIKARE WERIN GUHERTIN"

    Di reşnivîsa destûra bingehîn a ku Rûsyayê pêşkêşî dijberên Sûriyeyê kiribû de hatiye teqezkirin ku sînorên Sûriyeyê tenê bi rêya referandûmê dikare were guhertin.

    "Wendakirina çi beşekî axa Sûriyeyê nayê pejirandin. Guhertina sînoran tenê bi referandûmê dikare werekirin ku hemû welatî tê de beşdar bin û li ser viyana gelê Sûriyeyê pêk were."

    "LI HERÊMÊN KURDAN,ZIMANÊ KURDÎ Û EREBÎ DÊ WEK HEV BIN"

    Reşnivîsa Rûsyayê pêşniyar dike ku herêmên xweser ên kurdî dikarin zimanên erebî û kurdî bi awayekî wekhev bi kar bînin û wiha dibêje: "Zimanê erebî zimanê fermî ye û ew ê li gorî qanûnan bê diyarkirin. Pergalên xweseriyê û rêxistinên wê dê herdû zimanên kurdî û erebî bi kar bînin."

    Herwiha reşnivîsê pêşniyar kir ku pirrengiya civaka Sûriyeyê bê parastina û wiha hat gotin: "Li ser bingehê mîrasa neteweyî ku piştgiriyê dide yekitiya neteweyî, divê pirreniya çandeyî ya civaka Sûriyeyê were parastin.

    "PARLEMENTOYA SÛRIYEYÊ DÊ BIKARE SEROK JI KAR BI DÛR BIXE"

    Reşnivîsê diyar kir ku divê hêza parlementoya Sûriyeyê bê zêdekirin ku bikare biyrara ragihandina şerî bide û serokê dewletê derxîne pêşberî dadgehê û serokê Bankaya Navendî jî pesend bike.

    "Meclisa gelî dê ji biryarên şer û aştiyê, jikarbidûrxistina serokî, diyarkirina endamên Dadgeha Bilind, tayînkirina û jikarbidûrxistina Serokê Bankaya Neteweyî ya Sûriyeyê berpirsyar be".

    "ARTÊŞA SÛRIYEYÊ Û YEKÎNIEYÊN DIN TENÊ DÊ PARASTINA SÛRIYEYÊ BIKIN"

    Derbarê Artêşa Sûriyeyê de jî, tê pêşniyarkirin ku artêş nikaribe destwerdanê di siyasetê de bike yan jî wek alaveke fişarê neyê bikaranîn û di reşnivîsê de wiha hat gotin: "Hêzên Çekdar(Ya Sûriyeyê) û yekîneyên din ên çekdar dê di bin çavdêriya raya giştî de bin û ew ê ji parastina Sûriyeyê û yekitiya wê biparêze. Nabe wek alavên fişarê li ser gelê Sûriyeyê werin bikaranîn û destwerdanê di siyasetê de bike. Ti rola wan di veguhestina desthilatê de tine".

    Pêşniyarên destûrî ji bo Sûriyeyê diyar dike ku dema hiqûqa navxweyî bi hiqûqa navdewletî re nakok be, divê hiqûqa navdewletî wek bingeh were girtin. Reşnivîs pêşbîniya serweriya hiqûqa navdewletî dike.

    "PEYWIRA SEROKÊ DEWLETÊ DÊ 7 SALAN BE"

    Li gorî reşnivîsê, dema peywira serokê dewleta Sûriyeyê wek 7 salan tê pêşniyarkirin. Mafê serokê dewletê heye ku tenê careke din bibe namzetê serokatiyê.

    Herwiha tê pêşniyarkirin ku di mijarên giring ji bo welatî, Serokê Dewleta Sûriyeyê bikare daxwaza referandûma neteweyî bike.

    Mijar:
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)

    Bi heman mijarî:

    Endamê serokatiya Baasê: Federasyon tê wateya dabeşkirina Sûriyeyê
    Siyasetmedarê kurd: Me federasyon ji Birêveberiya Sûriyeyê xwest
    ENKS: federasyon çareya kêşeya Sûriyeyê ye
    Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    Federasyona Elewî Bektaşiyan: Emê di referandûmê de bêjin 'Na'
    Federasyona Futbola Kurdistanê ceza da tîma Araratê
    Li Belçîka li ber Federasyona Tirk bombe hat danîn
    Etîketan:
    Pêşnûmaya Destûra Bingehîn a Rûsyayê pêşkêş kiribû, Aleksandr Lavrentyev, Komara Sûriyeyê, Komara Erebî ya Sûriyeyê, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de