20:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Hesekê- Rojava - YPG

    "Rûsyayê herêmeke kurdî xweser li Sûriyeyê pêşniyar kir"

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10820

    Hat îdiakirin ku di pêşnûmaya Destûra Bingehî a Rûsyayê pêşkêşî dijberên sûriyeyî kiribû de, pêşniyara damezirandina herêmeke kurdî ya xweser jî heye.

    Çapemeniya Rûsyayê îdia kir ku Rûsyayê pêşnûmayek ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê pêşkêşî dijberên sûriyeyî yên beşdarî Astanayê bûbûn kiriye ku tê de yekîitya axa Sûriyeyê tê parastin lê avakirina herêmeke xweser ji bo kurdan pêşniyar dike.

    Nûçeya çavkaniya xwe dispêre dijberên sûriyeyî diyar dike ku pêşnûma pêşniyar dike, her herêmek bikare zimanê xwe yê xweser bibijêre.

    "DIVÊ SEROKÊ DEWLETÊ MISILMAN BE"

    Ji aliyê din ve, hat îdiakirin ku dema peywira serokê dewletê bi heft salan tê sînordarkirin û dê nikaribe careke din bibe namzetê serokatiyê. Herwiha di reşnivîsê de mercê "divê misilman be" cih girtiye û madeyeke din cih digire ku pêşniyar dike ku Sûriye li gorî şerîetê neyê birêvebirin.

    "ÎDIAYA NAVÊ SÛRIYEYÊ DÊ WERE GUHERTIN"

    Herwiha hat îdiakirin ku di pêşnûmayê de tê pêşniyarkirin, navê Komara Erebî ya Sûriyeyê dê wek Komara Sûriyeyê were guhertin.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, "me li Astanayê pêşnûmayek pêşkêş kir ku li ser tiştên me ji Hikûmeta Sûriyeyê, dijberan û dewletên herêmê bihîstine ava kiriye. Lê rayedarên rûs hîn madeyên navborî piştrast nekirine.

     

     

    Bi heman mijarî:

    PYD ji bo federasyonê diçe Rûsyayê
    "Rûsyayê PYD vexwend Moskowê"
    Endamê serokatiya Baasê: Federasyon tê wateya dabeşkirina Sûriyeyê
    Siyasetmedarê kurd: Me federasyon ji Birêveberiya Sûriyeyê xwest
    ENKS: federasyon çareya kêşeya Sûriyeyê ye
    Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
    HSD: ‘Dê federasyon were îlankirin, lê kanton ji hev venaqetin'
    Etîketan:
    Destûra Bingehîn, Sergey Lavrov, Astana, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de