08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn, ji ber daxuyaniya 'herêma ewle' Trump hişyar kir

    Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5921

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, ji ber daxuyaniya Serokê DYAyê Donal Trum ya wekî 'em ê li Sûriyeyê herêma ewle ava bikin' hişyar kir û got divê ew hemû encamên gaveke wiha baş bifikirin û li gorî wê tevbigerin.

    Peskov di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa ‘gelo Trump di mijara awakirina herêma ewla ya li Sûriyeyê bi Rûsyayê re şêwirî an na?' got: ‘Nexêr, hevalbendê me yê amerîkî bi me neşêwirî. Ev biryareke desthilatdar e.'

    Peskov wiha pê de çû: ‘Divê ev plan, rewşa koçberan zehmettir neke. Divê hemû encamên gaveke wiha bê fikirîn.'

    Hêjayî gotinêye ku Trump duh daxuyaniyek da Televîzyona ABCê û diyar kir ku Yekitiya Ewrûpayê bi vehewandina bi milyonan koçberî şaşiyek mezin kir û wiha pê de çû: ‘Ez naxwazim ku heman rewş li vir jî bê jiyîn. Ezê  teqez li Sûriyeyê herêmên ewle ava bikim.'

    Bi heman mijarî:

    'Trump wê ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê fermanê bide'
    Trump, soza xwe ya ‘herêma ewle' dubare kir
    Amerîka: "Li Sûriyeyê ji bo ‘herêma bi ewle' tu xebatên me bi Tirkiyeyê re tunene"
    Erdogan: Emê bi welatên hevpeyman re xeta Cerablus-Behra Sipî herêma bi ewle ava bikin.
    Etîketan:
    avakirina herêma ewle ya li sûriyeyê, donald trump, Dmîtriy Peskov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de