08:36 26 Îlon 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova ji bo reşnivîsa destûra Sûriyê: Sûriyeyî wê biryara her tiştî bidin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)
    0 4201

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê rexnivîsa destûra bingehîn a Rûsyayê pêşkêşî Sûriyê kiriye destnîşan kir ku wê Sûriyeyê biryara her tiştî bidin.

    Zaxarova diyar kir ku Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê şîrove derbarê naveroka reşnivîsa destûrê de nekiriye û diyar kir ku wê gelê Sûriyê biryara her tiştî bide.

    Zaxarova diyar kir ku reşnivîs ne lîsteya çalakiyên hatine misogerkirin e, hin rêzefikran di nava xwe de dihewîne û ji bo nîqaşê weke destpêkekê ye û wiha got: "Ji bilî çizirînê, hîna ti bertek nîne. Jixwe ev ne zerûrîyeteke û ne lîsteya çalakiyên misogerkirî ye. Dokumaneke wisa ye ku fikrên cuda yên hatine komkirin, ji bo nîqaşên derbarê mijarê de werin destpêkirin. Ev belgeyeke wisa ye ku ji bo sûriyeyî ji bedêla axavtinên vala bikin bila li ser dahatûya welatên xwe kûr bibin hatiye amadekirin."

    'XALÊN ME YÊN REFERANS ÊN BI PRENSÎP WEKE LAISÎZMÊ, HEVGIRTINA XAKÊ Û MAFÊN WEKHEV HENE'

    Zaxarova got ku di reşnivîsê de gelek xal hene û wê biryar ji hêla sûriyeyîyan ve were standin. Zaxarovayê wiha berdewam kir: "Hin xalên me yên referans ên bi prensîp ên ku her dem em bi wan ve girêdayîne weke yek dewlet, hevgirtina xakê, laisizm û helbet demokrasî, welatekî hemû gel û mezhep xwedî mafên wekhev bin hene. Ev nêzîkatiya me ya bi prensîb e. Gel wê biryarê bide ku xweserî, federasyon û konfederasyon çêbibe an çênebe. Reşnivîs, provokasyoneke di wateyeke baş a destpêka nîqaşên derbarê mijarê de ye. Lewre divê êdî ev bê nîqaşkirin."

    Mijar:
    Reşnivîsa Destûra Sûriyeyê ya Rûsyayê pêşkêş kiribû (13)

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Rojeva navnetewî dansa min diyar nake
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin
    Zaxarova bi ser RT û Spûtnîkê henekê xwe bi welatên Rojava kir
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Etîketan:
    destûra bingehîn, reşnivîs, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de