17:29 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Rûsyayê

    Endezyarên rûsî yekemîn car çeka elektromanyetîk ceribandin

    © Sputnik/ Aleksey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3452

    Endezyarên rûsî ragihand,n ku bi saya mekanîzmeya pekandin a elektromanyetîkê çekeke ku bikaribe hemû zirxan qulbike bi serkeftî ceribandine.

    Endezyarên yekîneya lêkolînên fişara bilind a enstîtuya Shaturayê ku li nêzî Moskowayê ye ragihandin ku wan li şûna teqîn û mekanîzmeya pekandinê çekeke ku bi hêza eletromanyetîke pekandinê dike ceribandina wê bi serkeftî pek anîne. Çeka teknolojik a nû, di nava lûleyê de bi saya hilberînên hêza elektromanyetîk pekandinê dike.

    Pisporan ragihand, di ceribandinê de guleya ku ji çeke hat berdan di nava 3 saniyeyî de gihîşte 3 kîlometro lezê. Herwiha li gorî vîdyoya ku hatiye parvekirin, gundorê plastîk ku ji 15 xramî pêk tê plakaya aluminyum a santîmetroyan pêk tê qul dike.

    Dîrektorê Enstîtuyê Aleksey Şurpov di axaftina xwe de got: "Xebatên fizîkî yên bi enerjiya bilind a çeka eletromanyetîk tiştekî nû ye. Êdî em ê bikaribin mekanîzmeyên ku di nava saniyekê de bigihîje leza 4.5 kîlometroyan çêbikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyeyê 10 binpêkirinên agirbestê hat tespîtkirin
    ‘Serkeftina Zîrweya Astanayê ya Rûsya û Tirkiyeyê ye'
    Rûsya 14 Tirkiyeyê jî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Senatorê amerîkî: "Dibe Rûsya di çareseriya şerê Sûriyeyê de bikaribe alîkarî bike"
    Rûsya û Tirkiye li dijî DAIŞê operasyonek hevpar pêk anîn
    Etîketan:
    Endezyarên rûsî çekeke nû ceribandin, Dîrektorê Enstîtuyê, Aleksey Şurpov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de