21:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Astana

    Diplomate rûsî: Rûsya, Tirkiye û Îran li ser belavoka encamê dixebitin

    © Sputnik/ Yuriev Alexander
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Şêwirmendê Balyozê Rûsya li Astanayê Aleksandr Musiyenko ragihand ku şandeke rûs, tirk û îranî li Astanayê civînek li dar xist û li ser belavoka encamê kar dikin.

    Musiyenko ku pirsên rojnamegeran bersivand got: "Niha herkes li ser vê kar dike. Li ser belavoka encamê. Ji bo vê her tişt tê kirin."

    ‘ŞANDA RÛS XWEŞBÎN Û BI BIRYAR E'

    Musiyenko diyar kir ku civîn kûr birêve diçe û got ku şanda rûs gelek xweşbîn û bi biryar e û ji bo lihevkirin çêbibe wê hewl bide.

    Diplomate rûsî wiha berdewam kir: "Şandeya rûs gelekî bi biryar e. Em di wê niyetê de ne ku bi herkesî re lihev bikin û em ji bo vê hewl didin."

    ‘DI NAVA IHTIMALAN DE BEŞDARBÛNA DE MISTURA YA CIVÎNA SÊQOLÎ NÎNE‘

    Musiyenko di vê navberê de destnîşan kir ku ihtimal nîne Nûnerê Taybet ê NYê li Sûriyê Staffan de Mistura beşdarî civîna nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Cih û saetên hevdîtinên Astanayê diyar bû
    Ji Washingtonê tu heyet beşdarî hevdîtinên li Astanayê nabe
    Lijneya Îranê çû Astanayê
    De Mistura: Em dikarin encamên Astanayê li Cenevreyê bi kar bînin
    YEyê beşdarî hevdîtinên li Astanayê dibe
    Amerîka vexwendina Astanayê dinirxîne
    Etîketan:
    NY, Aleksandr Musiyenko, Rûsya, Îran, Tirkiye, Sûriye, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de