20:39 16 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev careke din weke serokê giştî yê Partiya Rûsyaya Yekbûyî hat hilbijartin

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di kongreya îro da careke din weke serokê giştî yê partiya desthilatdar Partiya Rûsyaya Yekbûyî hat hilbijartin.

    Ji bilî Medvedev ti kesên din di kongreyê de kes nebû namzet û Medvedev careke din bû serokê giştî yê partiyê. Medvedev ji bo ku wî careke din kirin serokê partiyê spasiyên xwe pêşkêşî endamên partiya xwe kir.

    ‘DIVÊ DERBARÊ MUEYIDEYAN DE EM XEYALAN NEBÎNIN'

    Medvedev diyar kir ku wê mueyideyên li ser Rûsyayê di demeke kurt de ranebin û divê rûs bendewariya wî tiştî nekin ku wê encamên hilbijartinên welatên biyanî bandorê li ser vê mijarê bikin. Medvedev wiha got: "Dema ji xeyalên ku wê mueyide bên rakirin rizgar bibin. Tiştê ku xuya dike, ev hemû wê demeke dirêj berdewam bikin. Divê em hêvî nekin ku hilbijartinên li welatên biyanî û navên ku nû hatine ser erkê vê rewşê biguherîne."

    ‘RÛSYA DÊ DI HER ŞERTAN DE XWE XWEDÎ BIKE'

    Medvedev her wiha diyar kir ku divê cotkarên wan ji mueyideyan sûd wergirin û wiha axivî: "Weke hikûmet em ê piştgiriyê bidin cotkarên me. Lewre di her şert û mercan de em ê xwe xwedî bikin."
    Medvedev di sala 2012an de bû serokê giştî û wê 5 salên din li ser serê partiyê be.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Têkiliyên Rûs-DYA di serdema Obama de bi temamî xera bûn
    Medvedev, ji bo Yildirimî sersaxî xwest
    Medvedev: ‘Obama rojê xwe yên dawî bi perpitiyên hemberî Rûsyayê diqedîne'
    Binali Yildirim ji bo sersaxiyê li Medvedev geriya
    Medvedev: "Ketina balafirê wê bi hurgilî were lêkolînkirin"
    Medvedev: Ev rewşa awarte ya pêwendiyên navnetewî ye
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Rûsyayê, Partiya Rûsya ya Yekbûyî, Dmitriy Medvedev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de