12:37 25 Îlon 2017
Zindî
    RT

    Rûsyayê ji bo RTyê hişyarî da DYAyê: Em ê heyfa xwe hilînin

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Lijneya Serperiştiya Televizyonê û Radyoyê ya Federal a Rûsyayê(Roskomnadzor)ragihand, eger xebatên televizyona Russia Today(RT) ji aliyê medya û torên civakî yên DYAyê ve were asteng kirin, ew ê bergiriyên tolhildana çalak bigirin.

    Serokê Roskomnadzorê Aleksandr Jarov bi RIA Novostiyê re axivî û wiha got: "Gelek saziyên medyayê yên DYAyê li Rûsyayê dixebitin. Saziyên DYAyê xwedan heman mafan in bi saziyên din ên pêwendiya girseyî re. Eger malperan medyaya civakî û saziyên medyayê yên DYAyê fişareke nedîtî li dijî RTyê pêk bînin û rê li ber xebatên çalak ên RTyê bigire. Em ê neçar bin, berigriyên tolhildana çalak bigirin".

    "FACEBOOKÊ RÊ LI BER PARVEKIRINÊN RTYÊ GIRTIBÛ"

    Malpera parvekirinên civakî ya Facebookê heta êvara şemiyê nedihişt RT ji bilî nivîsan, ti tiştekî din parve bike.

    Gerînenedeya Giştî ya Rt û Spûtnîkê Margarita Simonyanê bertek dabû biryarê û diyar kiribû ku jê re ecêb nehatibû. Simonyanê wiha gotibû: "Eger ji destê Wezareta Derve ya DYAyê were, ew ê bêhna me biçikîne û nehêle nefesstendinê li me qedexe bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bi ser RT û Spûtnîkê henekê xwe bi welatên Rojava kir
    Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
    PEyê li hemberî RT û Sputnikê biryar stand
    Pûtîn: "Ez xebatkarên RT û Spûtnîkê pîroz dikim"
    RT, li derdora Reqqayê dîmênên leşkerên amerîkî girtin
    CSIS: "Rûsya, bi saya RT û Spûtnîkê kontrola xwe ya agahiyên kûrewî zêde dike"
    Ji îstîxbarata Amerîkayê derheqê RT û Spûtnîkê de raporta veşartî
    Etîketan:
    Aleksandr Jarov, Margarita Simonyan, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de