21:48 25 Îlon 2017
Zindî
    Mihail Bogdanov

    Bogdanov: ‘Tirkiye hemû komên li Sûriyeyê divê qane bike'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3320

    Cîgirê Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Mihaîl Bogdanov ragihand ku divê Tirkiye, hemû komên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûnê bo beşdarî hevdîtinên Astanayê bibin qane bike.

    Bogdanov, bersiv da pirsên rojnamegeran û eşkere kir ku Enqere aliyên beşdarî agirbesta li Sûriyeyê ku di 29ê Berfenbarê de hatibû ragihandin, bûne û divê wan qane bike ku beşdarî hevdîtinên Astanayê paytexta Kazakîstanê bibin.

    Bogdanov, nirxand ku Ahrar uş Şam red dike beşdarî hevdîtinên Astanayê bibe û diyar kir ku hêj gotinên dawî nehatine gotin, divê em hinek jî bisekinin.

    ‘KOMÊN ÇEKDARÊN BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ DERBARÊ AGIRBESTÊ DE AGAHÎ STANDIN'

    Ji aliye din ve Bogdanov destnîşan kir ku Rûsya hêvî dike ku komê çekdarên din yê li Sûriyeyê jî beşdarî agirbestê bibin, bi taybetî komên çekdarên başûrê Sûriyeyê derbarê agirbestê de agahî standine.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Mijara sereke ya civînên Astanayê eşkere kir
    Lavrov: DYA bo civînên Astanayê hate vexwendin
    Ilham Ehmed: Bêyî beşdarbûna kurdan, civînên Astanayê dê têk biçin
    Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    TEV-DEM derbarê civîna Astanayê de daxuyanî da
    Etîketan:
    çekdar, kom, qane kirin, hevdîtin, rojnameger, agirbest, Mihaîl Bogdanov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de