09:46 24 Îlon 2017
Zindî
    Gazprom

    Gazprom, bo avakirina Herka Tirk wê 41.92 hezar rûble pere veqetîne

    © REUTERS/ Maxim Zmeyev/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3031

    Li gorî daxuyaniya ku ji Gazpromê hate dayîn, îsal bo avakirina projeya Herka Tirk wê 41.920 milyar rûble pere bê bê veqetandin.

    Gazprom
    © REUTERS/ Maxim Zmeyev/File Photo
    Serokê Rêvebirya Gazpromê Vîktor Zubkov, daxuyand ku wê bo 3 projeyên ku di nav de Herka Tirk jî heye hin pere veqetînin.

    Di çarçoveya peymana projeya Herka Tirk ya ku di Cotmeha sala 2016an de li Stenbolê hate îmzekirin, wê 2 rêyên boriya gazê bên raxistin: yek li Tirkiye û ya din jî li Ewrûpayê. Kapasîteya her boriye ya salane wê 15.75 milyar metrekup gaz be.

    Peyman 2ê meha Berfanbarê ji aliyê parlementoya Tirkiyeyê ve hatibû pejirandin û di 5ê Berfanbarê de şandibûn bo Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan. Herwiha di heman rojê de di Rojnameya Fermî de jî hatibû weşandin û ketibû meriyetê.

    Ji aliyê din ve hikumeta Rûsyayê peymana Herka Tirk ji baskê jêrîn ya perlementoyê, Dumayê re şandibû. Herdu xetê projeya boriyên gazê wê heta dawiya sala 2019an de biqedin.

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: Buhayê petrolê wê têsîrê li ya xazê jî bike
    Gazprom: Em bi Japonyayê re qadên nû yên hevkariyê dibînin
    Gazprom: Me daxwaza Tirkiyeyê pejirand
    Gazprom: "Dibe di sewkiyata xaza siruştî ya Tirkiyeyê de kêmbûn çêbibe"
    Gazprom: "Di 2017an de em ê dest bi înşaeta Herka Tirkî"
    Etîketan:
    baskê jêrîn, duma, lidarxistina projeyê, veqetîn, Vîktor Zubkov, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de