12:04 26 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3910

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapemeniyê ya heftane li dar dixe.

    Zaxarovayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov sibe dê bi hevkarê xwe yê Kazak Kayrat Abdrahmanov re bicive û diyar kir ku rojeva herdû wezîran dê civînên Astanayê bin ku yên ji bo aştiya Sûriyeyê tên lidarxistin.

    Rayedara rûs derbarê rewşa agirbesta Sûriyeyê de jî axivî û got, ev agirbesta ku bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê hatiye danîn, bi giştî tê sepandin.Zaxarovayê diyar kir ku komên wek DAIŞ, El-Nusraya ku navê xwe kiriye Cebhet Fetih El-Şam ku tev li agirbestê nebûne, hewl didin agribestê xera bikin û wiha dewam kir: Bi taybetî El-Nusra ji bo vî tiştî gelek hewldanan dike".

    Derbarê civînên Astanayê de jî, Zaxarovayê diyar kir ku niha bipaşxistina civînên Astanayê ne di rojevê de ye û amadekarî hatine kirin ta ku civîn ji bo 2ê Rêbendanê de bên lidarxistin.

    "OBAMA TÊKILÎ DAXISTIN ASTA ŞERÊ SAR"

    Ji aliyê din ve, Zaxarovayê derbarê têkiliyên DYA û Rûsyayê de axivî û diyar kir ku Obama têkilî wiha kirin ku "dilê mirovî bi wan dişewite" û wiha dewam kir: "Tîma demokratan a ku dike biçe, ji qestî ve têkiliyên me daxistine asta Şerê Sar. Em dibînin ku birêveberiya Obama di van rojên dawî de hîn li ser heman tiştî dixebite".

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: 'Em Edward Snowdenê diyariyê Trump nakin'
    Zaxarova bi ser RT û Spûtnîkê henekê xwe bi welatên Rojava kir
    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Zaxarova: Moskow amade ye bi Amerîkayê re diyaloga xwe ya normal bidomîne
    Zaxarova: Xwedê gerdûn di 7 rojan de afirand, Obama dê di 9 rojan de xera bike
    Zaxarova: Meryl Streep di mijara Trump de durûtiyê dike
    Etîketan:
    Kayrat Abdrahmanov, Mariya Zaxarova, Sergey Lavrov, rûsya, tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de