14:32 19 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: DYA bo civînên Astanayê hate vexwendin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 44 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wan DYAyê vexwendiye civînên çareseriya şerê Sûriyeyê yên ku wê li Astanayê bên lidarxistin.

    Lavrov îro di civîna xwe ya çapemeniyê de derbarê rojevê de hin nirxandin kir û got: ‘Wekî min duh jî got, DYA hate vxwendin bo civînên Astanayê.' Li ser pirsa ‘Gelo bo xwendina Amerîkayê ti şertên Rûsyayê hene?' Lavrov got: ‘Jixwe me ew vexwendine.'

    Lavrov di dirêjahiya axaftina xwe de got: ‘Em hêvî dikin ku DYA vxwendinê bipejirîne û li her qadê civînê de di asta pisporan de bê temsîlkirin.'

    Lavrov di daxuyaniya xwe ya duh de amaje kiribû û gotibû vexwendina DYA û Yekitiya Ewrûpayê (YE) yên bo civînên Astanayê wê ‘gavek rast' be.

    ÎRAN NAXWAZE DYA BEŞDARÎ CIVÎNAN BIBE

    Rûsya li gel hemû bertekên Îranê, DYAyê vexwend civînan. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Zarif Cewad di axaftina xwe ya ajansa Tasnimê de got: ‘Em li dijî hebûna DYAyê ya li Astanayê ne. Me wan venexwend û em naxwazin ew beşdarî civînan bibe.'

    DIBE KU TÊKILIYA PÊŞÎ YA FERMÎ YÊN BI HIKUMETA TRUMP RE BIN

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got dibe ku bi hikumeta serokê hilbijartî yên DYAyê yê Donald Trump ê ku wê sibehê dest bi peywira xwe bike, têkiliyên pêşî yên fermî, li Astanayê bên danîn.

    Hêjayî gotineye ku civînên bo çareseriya aloziya Sûriyeyê wê di 23ê meha rêbendanê li bajarê Astana ya Kazakîstanê bê lidarxistin.

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Ilham Ehmed: Bêyî beşdarbûna kurdan, civînên Astanayê dê têk biçin
    'Dibe ku tîma Trump beşdarî Astanayê bibe'
    Salih Muslim: Civîna Astanayê yek ji lîstika hêzên navnetewî ye
    TEV-DEM derbarê civîna Astanayê de daxuyanî da
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    Etîketan:
    dilnexwaziya îranê, civînên astanayê, trump, şerê siyasî, sergey lavrov, Muhamed Cewad Zarif, astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de