15:55 20 Îlon 2017
Zindî
    Russia Today - RT

    Facebookê parvekirinên RTyê qedexe kirin

    © Sputnik/ Konstantin Chalabov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Malpera parvekirin a civakî Facebookê, hetanî roja şemiyê ji xeyrî parvekirinên nivîskî yên Russia Todayê (RT) qedexe kirin.

    Malpera parvekirin a civakî Facebookê, hetanî roja şemiyê ji xeyrî parvekirinên nivîskî yên Russia Todayê (RT) qedexe kirin. Ji ber qedexeya Facebookê wê RT nikarîbe merasîma sondxwarin a Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser malpera xwe biweşîne.

    Şefê medya civakî yê RTyê Ivor Crotty di daxuyaniya xwe de ragihand ku astengkirina weşana zindî ji ber xeletiyeke algorîtmik pêk hat û em hêvî dikin ev pirsgirêk di demeke nêzîk de were çareserkirin. Facebook digel ku platformeke mezin a weşana zindiye jî dîsa di mijara mafê telîfî de pirsgirêk derdikevin. Hetanî pirsgirêk çareser bibe em ê parvekirinên xwe yên niviskî bidomînin.

    RT DI FACEBOOKÊ DE CARA YEKEMÎN E KU TÊ ASTENGKIRIN

    Russia Today cara yekemîn e ku di Facebookê de tê astengkirin. Di demên dawî de ji wan sûcdariyên Amerîka ku qaşo Rûsyayê mudaxeleya hilbijartinan kiriye RTyê jî para xwe stand û dihat îdîakirin ku televîzyonê bi weşana xwe bandor li hilbijartina kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bi ser RT û Spûtnîkê henekê xwe bi welatên Rojava kir
    Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
    PEyê li hemberî RT û Sputnikê biryar stand
    Zaxarova: "Biryara PEyê ya li dijî RT û Spûtnîke têkeve pratîkê emê bersiv bidin
    Pûtîn: "Ez xebatkarên RT û Spûtnîkê pîroz dikim"
    Ji saziya fikrî ya brîtanî bo parlamenterên ewropî banga RT û Spûtnîkê
    Etîketan:
    Facebookê RT asteng kir, Şefê medya civakî yê RTyê, Ivor Crotty, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de