13:54 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafir

    Çapemeniya rûsî: "Rûsya û Tirkiye ji bo tekoşîna dijterorê baskên xwe kirin yek"

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Operasyonên hewayî yên hevpar ên Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bi awayekî berfireh di çapemeniya rûsî de cih girt.

    Balafira Su-24
    Ministry press service оброны Russian Federation
    Operasyonên hewayî yên hevpar ên Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bi awayekî berfireh di çapemeniya rûsî de cih girt. Di şîroveyên operasyona hevpar de hat ragihandin ku herdu welatan ji bo tekoşîna dijterorê baskên xwe kirine yek.

    EV MÎNAKEKE PIR GIRÎNG E

    Rojnameya Kommersantê di nûçeya xwe de bal kişand serkeftina operasyonê ya herdu welatan li dijî DAIŞê. Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastina Konseya Federasyonê Frants Klîntsevîç ragihand ku ji xeyrî operasyoneke ku carekê pêk hat ya girîng hevkariya stratejîk e. Herdu welatan hevkariyeke leşkerî ku li cihanê mînaka wê tuneye pêk anîn."

    LI HERÊMÊ HEBÛNA HEVALBENDÊN WEKÎ TIRK ŞERT E

    Herwiha rojnameya Komsomoletsê jî di nûçeya xwe de bal kişandina hevkariya tirk û rûs ku ji bo welatên endamên NATOyê re bibe mînak. Pisporê leşkerî yê rûsî Ruslan Puhov jî di axaftina xwe ya rojnameyê de got: " Bêguman hebûna dewleteke hevalbend wekî Tirkiyeyê erênî ye. Qetiyen tirk li hemberî me nakevin nava lîstikên xerab."

    Bi heman mijarî:

    "Lihevkirina navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê ji ya Amerîkayê bandortir be"
    Rûsya û Tirkiyeyê peymana ewlehiya firînên li Sûriyeyê mor kir
    Kommersant: Rêkeftineke nû di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hat damezirandin
    Ryabkov: Di mijara Sûriyeyê de rojeveke dizî ya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tune ye
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê, Ruslan Puhov, Frants Klîntsevîç, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de